Peyda bûna meytê qehremanê guleşta cîhan û Olempîkê
Meytê Aleksander Îvanîtskî guleştgirê rûs ku xwediyê 5 medalên zêr ên cîhanî û Olempîkê bû piştî çend rojan gerînê peyda bû.
Li gor ISNAyê, Yeketiya Cîhanî ya Guleştê ragihand ku meytê Aleksander Îvanîtskî guleştgirê guleşta azad yê ji Rûsyayê piştî çend rojan geryanê li nêzîkiya çemê Vaynayê li Moskowê peyda bû. Îvanîtskî li Olepîka 1964 ya Tokiyoyê di wezna 97 Kg medala zêr stand, Wî herwiha 4 medalên din ên zêr ên cîhanî jî bi dest xistibûn.
Kurê wî dibêje ku ew ji bo berhevkirina kovarkan çûbû seferê lê ew du rojan bê serûşûn bûbû ku aqubet piştî geryaneke berfire ji bo peydakirina wî meytê wî li nêzîkiya çemê Vaynayê hat dîtin.
Pir muhtemel e dema ku wî hewl daye ji çêm derbas bibe tê de xenqiye û canê xwe ji dest daye.
Navê Aleksander Îvanîtskî yê 83 salî di talara mirovên bi nav û deng ên cîhanê jî hatiye qeydkirin.Piştî dewra qehremaniya wî ew wekî ravekarê werzişê li kanaleke nûçeyan dixebitî.