Serperwerdekarê tîma Neteweyî ya Şetrenca jinna a Îranê hat bijartin
Li gor IRNAyê, Emîr Riza Pûr-Remezanelî wek serperwerdekarê (serrahênerê) tîma Neteweyî ya Şetrenca jinan a mezinan li Îranê hat bijartin.
Serperestê Fedrasiyona Şetrenca (kişika) Îranê li gor pêşniyara birêvebirê teknîkî yê Tîma Neteweyî ya Şetrencê, perwerdekarên rêzên curbicur ên temenî yên jinan û mêran herwiha perwerdekarê Tîma Neteweyî ya mezinan a Jinan bijart. Li gor vê hikmê Murtiza Mehcûb wek perwerdekarê rêza temenên bin 14, 16 û 18 salî yê lawikan hat bijartin.
Herwiha Mêhrdad Erdeşî wek perwerdekarê rêzên temenên bin 8, 10 û 12 sal yê lawikan û seyd Hamid Mûsewiyan wek perwerdekarê rêzên temenî yên 8, 10 û 12 salî yê keçikan hat bijartin.
Herwiha Emîr Riza Pûr-Remezanelî wek perwerdekarê tîma Neteweyî ya Şetrenca jinan hat bijartin. di vê hukmê de Elî Riza Şefîî jî salekê wek birêvebirê teknîkî yê tîmên neteweyî hat bijartin.