Nîsan 29, 2020 11:55 Asia/Tehran
  • Mînamal û Dumalik; Deriyekî nû li xaniyekî kevin

Mînamal komhelbestên Dubeytî yên Kurdî ji "Elîriza Sipahî Lahînî" helbestvanê jêhatî û naskirî yê Xorasanî ye ku vê dawiyê ji aliyê weşana Madyarê va hatiye weşandin.

Wergerandin û amadekirin:

Berat Qewî-Endam

Mînamal komhelbestên Dubeytî (Dumalik) yên Kurdî ji "Elîriza Sipahî Lahînî" (Kawe Zêydî) helbestvanê jêhatî û naskirî yê Xorasanî ye ku vê dawiyê ji aliyê weşana Madyarê va hatiye weşandin.

Ev berhem pêkhatî ji 330 Dumalikan bi Kurdiya Kurmancî ye û bi alfabêya Aramî û di 100 rûpelan da û bi wergera farisî hatiye çapkirin.

Di vê pirtûkê da hewil hatiye dayînê ku peyv bi awayekî giştfehmî û standard bên nivîsîn. Ji ber ku di Kurmanciya niha ya Xorasanê da ji ber nebûn an kêmbûna zimanê nivîskî, form û teşeya hin peyvan ji ya resen û standard dûr bûye. Her wiha hin peyvên vê berhemê jî bi zaraveyê xwecihî li navçeya Layînê û gundê sînorî yê Sendîfalê (cihê jidayîkbûna helbestvên) ya ser bi wê navçeyê li bakurê Xorasanê û ser sînorê Tirkmenistanê ne.

Elîriza Sipahî Lahînî heta niha bi dehan berhemên edebî û komhelbest bi her du zimanên Farisî û Kurdiya Kurmancî nivîsîne ku beşek ji wan hatine weşandin. Vê dawiyê jî sê berhemên wî bi navên Sêdilop (pêkhatî ji 1000 kurtehelbestên ji sê nîv-malikên heşt-kîteyî), Duçar (kurtehelbestên di qaliba Çarokê da) û Mînamal hatine weşandin.

Ezê di vê nivîsarê da li ser pirtûka Mînamal'ê hin agahiyan radest bikim.

 

Dumalik wek qalibeke helbestê çî ye?

Di destpêka vê pirtûkê da û bi qelema helbestvên hatiye ku Dubeytî qalibeke kevn a helbestgotinê ye ku ji mêj va bala helbestvanên Kurd kişandiye. Dumalik an Dubeytî ku wek Fehlewî jî tê naskirin, li gorî danasînên kilasîk û tiştên ku li zanistnameyên fermî tê dîtin, ji qalibên kevn ên helbesta îranî ye.

Dubeytî helbesteke ji yazdeh kîteyan û pêkhatî ji çar misrayan (nîv-malik) e ku dawiya wan her çar nîv-malikan ji billî nîvmalika sisiyam, bi qafiyeyekê bi dawî dibe.

Bi giştî gerçî ku di helbesta hevçerx û helbesta serdema me da jî gellek helbestvanan bextê xwe di vê qaliba helbestê da ceribandine, lê hema wisa "Baba Tahir" û "Fayîzê Deştî" wek Dubeytîbêjên herî mezin ên Îranê tên naskirin. Helbet em dikarin balkê bikişînin ser helbestên bicîmayî ji "Şêx Sefiyedînê Erdebîlî" (Bi eslê xwe Kurd) ku di sedsala heftem û heştem a Koça Tavî da hatine gotin. Ev cûreya helbestê di serdema desthilatdariya "Sasaniyan" jî berbelav bûye û wek "Teranek" dihatiye binavkirin.

 

Ciyawaziya navbera Dubeytî (Dumalik) û Ruba'yiyan (Çarîne)

Bi nêrîneke seretayî şekl û forma Dumalik û Çarîneyan weke hev in; Lê di rastiyê da ev du ne weke hev in û ciyawaziya herî girîng a Dumalik û Çarîneyan cûreya kêşa (Wezn) wan e. Kêşa Çarîneyê ku bi navê "Xeyamê Neyşabûyî" tên naskirin beranberî "La hewle we la quwete îla bêllah" û bi hin ciyawaziyên biçûk di kêşa 'Erûzî' ya "Mef'ûl, Mefa'êlun, Mefa'îlun" da tê gotin. Ev di halekî da ye ku kêşa herî nasyar a Dumalikan 'Behra Hezec a Musedes a Mehzûf' (Mefa'îlun, Mefa'îlun, Mefa'îl) e û dubeytîbêjê herî binavûdeng di vê kêşê da, "Baba Tahirê Uryan" e.

Ciyawaziya girîng e din navbera Dumalik û Çarîneyê naverok û mijara van du cûreyên qalibên helbestan e. Çarîne anku Ruba'î pirranî taybetî têgehên felsefî ye, lê Dumalik taybetî têgehên hestbarî û evînî ye.

Dumalik pirranî têgehên weke Kesera dil, Evîn, 'Irfan, Girî, Bêrîkirina yarê, nalîna cudatiyê û hwd din vedibêje; lê Çarîne zêdetir jibo vegotina têgehên weke Felsefeya hebûnê, heger û sebeba mijaran û hin caran şik û gumanên felsefî derbarê mirin û jiyanê hatiye bikaranîn.

 

Gotina Dumalikan di zimanê Kurdî da

Li gorî jêderka dîrokî ya Dumalik û Fehlewiyatê û bi berçavgirtina Dumalikbêjê herî nasyar ê Îranê yanî Baba Tahirê Uryanê Hemedanî ku hejmareke zêde ya peyvên Kurdî di Dumalikên wî da tên dîtin, em dikarin Dumalikê ji qalibên herî kevin ên helbesta Kurdî bizanin.

Emînedîn Tebrîzî (720 Koça Heyvî) di pirtûka xwe ya bi navê "Emalî" da nivîsiye: "Tevahiya deverên Iraqa Ecem wek Fehle tên naskirin û ji gotinên wan ra jî Fehle tê gotin; û ewna eşîrek bûn ku li Hemedanê wek "Uraminan" dihatin naskirin û hertim "Dubeytî" digotin. Du beytên Fehlewî ji ber wê yekê wek Uraminan didin zanîn."

 

Li gorî çavkaniyên dîrokî, pirraniya helbestên "Fehlewî" û Dumalikên bicihmayî ji sedsalên pêncem heta nehem a Koça Tavî taybetî zaraveyên navçeyên çiyayî yên Îranê ne ku wek Iraqa Ecem tê naskirin; Yanî beşek ji navçeyên navendî, rojavayî û bakurê rojavaya Îranê. Ev yek vê gumanê zêdetir nêzikî rastiyê dike ku jêderka Dumalikê rojavaya Îranê bûye ku pirraniya deverên Kurdnişîn ên roja îro digire ber xwe.

Di vî warî da em dikarin balê bikişînin ser "Hûrebêjên" (kesên ku Hûreyan dibêjin) hoste ku li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Kurdistanê binavûdeng in. Diyar e ku têkilliyeke xurt û zelal navbera peyvên Hûre û Hûramine û Uraminanê heye ku li jorê amaje bi wan hatiye kirin.

.

Image Caption

 

Çend Dumalik ji Mînamalê:

 

Zimanê min zimanê bê-serûber

Zimanê ketiye dest xelkê nebawer

Zimanê nav devê lal namirî tu

Ji vê gora eger ser verxinî der

 

Li vê dinyê, birînên pirr me dîne (dîtine)

Ji wan yek pirr giran e, hîne hîne;

Li dinyê, du ziman, bê gep xerîb in

Zimanek Kurdî ye, yek jî Evîn e

 

Revîn û xefkirin karê dizan e

Dibe reşwet bikî, yê ku xizan e

Bi min ra qet ji tirsê gep neke lo

Ji tiştek bêje ku Kurdek bizane

 

Ji vir ta Erzirûmê çend gav in?

Ji vir ta wir çiqes baran û av in

Mepirsin sa çi ez hîn çav li rê me

Xorasanek ji vî derda, du çav in

 

Dixwazim nanekî daxtir bipêjim

Dixwazim şê'reke xweştir bibêjim

Dixwazim lê nikarim bê te, zanim

Gerê rûnim, dîsa hêstir birêjim

 

Mînamal xebateke nûjen a edebî bi Kurdiya Kurmancî û di qalibeke kêm-bikarhatî ya helbestê di helbesta îroyîn a Kurdî ye û hema wisa ku di sernavê vê nivîsarê da jî hatiye, dikare deriyekî nû li ser malekî kevin vebike. Qaliba ku gerçî kurdan bi sedan salan xem û keser, hest û evîndariya xwe bi wê dianîne zimên, lê ji ber nebûna zimanê nivîskî şopeke zêde li pey xwe nehîştiye. Ev berhem û ev vejiyandina qaliba Dumalikê dikare rêdareke baş jibo nifşên nû be.

 

Serepeyv