Adar 19, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Hevkêşeya bazirganiya Îranê digel welatên cînar du û nîv miliyar dolar erênî ye

Berdevkê “Komîsyona Berfirehkirina Bazirganiyê ya Mala Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê” qala hevkêşeya bazirganiyê ya erênî ya Îranê digel welatên cînar di asta du û nîv miliyar dolarî da kir.

“Seyid Rûhullah Letîfî” Berdevkê “Komîsyona Berfirehkirina Bazirganiyê ya Mala Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê” bi gotina vêya ku asta giştî ya hinardekirina Îranê bo welatên cînar di 11 mehên destpêkê yên sala 1401ê da nêzikî 28 miliyar dolarî bûye, got: “Ji ber hinardekirina zêdetir anegorî îdxalkirin û kirrîna ji derveyî welêt, hevkêşeya bazirganiyê digel welatên cînar bi qasî du miliyar û 520 miliyon dolarî erênî ye.”

Letîfî derbarê pişka bazirganiya Îranê digel welatên cînar got: “Zêde ji sedî 61 ji hêla giraniyê va û sedî 52 ji hêla biha va, asta giştî ya bazirganiya ji bilî niftê ya Îranê di 11 mehên destpêka salê digel welatên cînar bûye ku sedî 57 hinardekirin û sedî 47 ji îdxalkirinê jî bo welatên cînar an ji wan bo Îranê bûye.”

Berdevkê “Komîsyona Berfirehkirina Bazirganiyê ya Mala Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê” derbarê heft welatên armanc ji bo hinardekirina bo welatên cînar, got: “Îranê kelûpelên xwe hinardeyî gişt 15 welatên cînar kirine ku di vê navberê da Iraqê bi kirrîna 9 miliyar û 381 miliyon dolarî, Tirkiye bi 6 miliyar û 901 miliyon dolarî, Imarat bi pênc miliyar û 258 miliyon dolarî, Efxanistan bi miliyarek û 481 miliyon dolarî, Pakistan bi miliyarek û 315 miliyon dolarî, Oman bi 955 miliyon dolarî û Rûsya bi 673 miliyon dolarî heft welatên armanc ên sereke ji bo hinardekirinê bûne.”

 

Serepeyv