Adar 18, 2023 17:44 Asia/Tehran
  • Peyama Nuneratîya Îranê li NY bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce`yê

Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY bi boneya salvegera êrişa kîmyewî ya rejîma Be`s a Iraqê ser Helebce`yê, gorîyên vê cinayetê bi bîr anîn û rêz li wan girt.

Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY bi boneya salvegera 35an êrişa kîmyewî ya rejîma Be`s a Iraqê ser Helebce`yê di dema şerê sepandî yê vê rejîmê ser Îranê da, di twîtekê da rêz li gorîyan û fidakarîyên hêzên çekdar ên Îranê ji wan Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî di warê alîkarîya bo kurdên Iraqê da girt. 

Di 16ê Adara sala 1998ê da, artêşa rejîma Be`s a Iraqê ku bi destê zilhêzên rojavayî bi çekên kîmyewî hatibû teyarkirin, di nav kerr û lalbûna civaka cîhanî da bi çekên kîmyewî êrişî şarê Helebce`yê kir û di encamê da zêde ji 5 hezar jin û zarok û mêrên bê guneh ên kurd kuştin.

Alman, Amerîka, Fransa, Ingilîs û Holendê ew çekên kîmyewî dabûn rejîma Seddam ku di encamê da li Serdeşta Îranê 130 kes şehîd û 8 hezar kes jî birîndar bûn û li Helebce`yê jî 5 hezar kes hatin şehîdkirin û 10 hezar kes jî birîndar bûn.