May 12, 2022 22:17 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî: Tê çaverêkirin ku cîhana Ereb bi awayekî eşkere li dijî tawanên rejîma dagîrker bikeve qada çalakiyên siyasî

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, zilma bi dehan salan a siyonîstên rezîl li ser gelê Filistînê, rastiyek tal û derbeyek li ser cîhana islamê û cîhana erebî da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê çaverê ye ku cîhana erebî bi lez bikeve qada siyasî li dijî rejîma siyonîst.

Li gor rapora binkeya ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî îro pêncşemiyê li hevdîtina tev Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî Emîrê Qeterê û şanda pê re tekez kir: Helwesta welatên Erebî li hember cinayetên Rejîma Siyonîst eger ji tirs û xofê be an jî ji ber hêvî û tamakariya derheq wê be, divê bizanibin ku îro rejîma dagirker a Îsraîl ne di rewşeke wisa de ye ku jê bê hêvîkirin an jê bitirse.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, çareserkirina kêşeyên herêmê di destê welatên herêmê de û bi rêya diyalogê da zanîn û got: Pirsgirêkên Sûriye û Yemenê jî bi diyalogê çareser dibin, helbet nabe ku diyalog ji aliyê lawaziyê ve bibe, eva di rewşekê de ye ku aliyên din di serî de Amerîka û yên din xwe dispêrin hêza leşkerî û darayî.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişandin ser wê yekê ku ji bo birêvebirina herêmê pêwîstî bi destwerdana yên din nîne û wiha got: Siyonîst li her derê ku lingê xwe biavêjin fesadiyê çêdikin û nikarin tu hêz û îmtiyazê bidin welatan, ji ber vê yekê welatên navçê divê heta ku ji destê wan tê bi lihevkirin û hevkariyê têkiliyên xwe xurt bikin.

Rêberê mezin ê înqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser zêdekirina hevkariyên siyasî û aborî yên Îran û Qeterê û xurtî û aramiya peywendiyên Îran û Qeterê di berjewendiya her du welatan de nirxand û got: Asta niha ya peywendiyên aborî di navbera her du welatan de pir kêm e û divê zêdetir bibe û girêbestên ku di navbera Îran û Qeterê de hatine kirin, divê ku li ser dem û zemanê diyarkirî bêne cîbicîkirin.

Mîrê Qeterê jî bi diyarkirina kêfxweşiya xwe derbarê serdana xwe ya duyemîn bo Îranê, bal kişand ser pêgeha bilind a Rêberê Înqilaba Îslamî li cîhana Îslamê û got: "Cinayet û sûcên Rejîma Siyonîst li Filistînê dilê her kesî diêşîn e û divê her kes li hemberî bûyerên ku li Filistînê pêk tên rawest e."

Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî herwiha li ser çareserkirina pirsgirêkên welatên navçê ji wan Sûriye, Iraq û Yemenê ji riya gotûbêjan tekez kir û li ser peywendiyên aborî yên Îran û Qeterê jî got: Komîteya aborî ya di navbera her du welatan de hatiye aktîfkirin û hevkariyên aborî yên du welatan dê di sala bê de pir zêde bibin.

Serepeyv