Mijdar 25, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Dora yekem a civîna Komîteya lêkolîna hevpar derbarê terorkirina şehîd Sulêymanî li Bexdayê bi dawî hat

Alîkarên navneteweyî yê Saziya Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê qala bidawîhatina Komîteya lêkolîna hevpar derbarê terorkirina şehîd Sulêymanî û hevriyên wî li Bexdayê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Kazim Xerîb Abadî Alîkarên navneteweyî yê Saziya Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Li pey gotûbêjên asta bilind navbera sîstemên dadweriyê Dozgeriya Têhranê, taxima hiqûqî-dadweriya Îranê bi serokatiya alîkarekî dozgeriya gelemperî û înqilabê ya Têhranê ji bo beşdariya di yekemîn  civîna Komîteya lêkolîna hevpar derbarê terorkirina şehîd Sulêymanî û hevriyên wî çû Bexdayê.

Xerîb Abadî her wiha got: Gotûbêjên dora yekem roja pêncşemiyê bi dawî bûn û du aliyan biryar da ku dora duyem a  Komîteya lêkolîna hevpar derbarê terorkirina şehîd Sulêymanî heta meheke din li Têhranê li dar xînin.

Alîkarên navneteweyî yê Saziya Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Di dawiya dora dora yekem a civîna  Komîteya lêkolîna hevpar derbarê terorkirina şehîd Sulêymanî da serokên du taximan daxuyaniyeke hevpar jî wajo kir û ev cinayet wek cinayeteke cidî û kiryara binpêkera hakimiyeta neteweyî ya Iraqê û mafên navneteweyî û mafên mirovan şermezar kir û wan li ser têkoşîna dijî bêcezamayîna sebebkarên vê cinayeta navneteweyî û pêwîstiya cihanîna edaletê derbarê wan tekez kir.

Serepeyv