Mijdar 24, 2021 00:11 Asia/Tehran
  • Balyozên nû yên Îspanya, Hollanda û Vatîkanê li hevdîtina bi serokomarê Îranê re bawernamên xwe pêşkêş kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li van hevdîtinan de li ser berfirekirina pêwendiyên Îranê bi welatên Spanya, Holanda û Vatîkanê di warên curbicur sekinî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê digel wergirtina bawernama balyozê nû yê Spanyayê, pêgirî kir: Pêwendîyên aborî yên Îran û Spanyayê divê zêdetir berfire bibin.

Serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro Sêşemê di dema wergirtina bawernama balyozê nû yê Spanyayê li Têhranê Angel Losada Fernandez got: "Asta niha ya peywendîyên aborî yên Îran û Spanyayê nayê qebûlkirin û divê hewl bê dayîn ji berê zêdetir pêşde bibin ."

Reîsî herwiha li hevdîtina digel “Francisco Johann Maria Mullen” Balyozê nû yê Holendayê li Têhranê jî bal kişande ser geşepêdana peywendiyên dualî û got: Di navbera Îran û Holendayê de di warên bazirganî, aborî û çandê pêwendiyên dûr û dirêj û dîrokî hene."

Balyozê nû yê Holendayê li Têhranê jî amaje bi rewşa Efxanistanê kir û got: Em sipasiya Komara Îslamî ya Îranê dikin ku mazûvaniya hejmarek zêde ji penaberên Efxanistanê kiriye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha îro sêşemiyê dema wergirtina bawernameyên balyozê nû yê Vatîkanê li Têhranê Andrzej Yuzovich jî bal kişande ser wê yekê ku bala civaka mirovî ya îro pêwîstî bi Xweda û manewiyetê heye û got: Li gor dersên Qur'anê xala me ya hevpar ku olên Îbrahîmî ne, dibe sedema yekîtî û hevgirtina me.

Serepeyv