Îlon 13, 2021 18:59 Asia/Tehran
  • Grossi: Tevgera me ji bo çareserkirina nakokiyên bi Îranê re baş dimeşe

Birêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) gotûbêjên bi rayedarên Îranî re di sefera xwe ya Tehranê de avaker dan zanîn û got ku her du alî ji bo çareserkirina nakokiyên xwe di rêça rast de dimeşin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Rafael Grossi rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê piştî ku ji Têhranê vegeriya li balafirgeha Viyenayê ji nûçegihanan re axivî û amaje bi lihevkirina bi Îranê re kir û got ku hewce nake ku biryarnameyek li dijî Îranê di Lijneya Rêvebiran a Ajansê de were derxistin.

Birêveberê Giştî yê IAEA diyar kir ku di hevdîtina xwe ya bi rayedarên Komara Îslamî re, wî pirsgirêka herî lezgîn çareser kiriye ku li gorî gotina wî "Îmhakirina Agahiyan" derbarê çalakiyên navokî yên Îranê di warê ava giran, rotor, santrîfûj û meyandin (dewlemendkirin) ye ku ev destkeftiyek girîng bû.

Derbarê derbasbûna rêkeftina bi Îranê re, Grossi got ku hevdîtinên wî bi serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê re eşkere û çêker bûn.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Komara Îslamî ya Îranê, Muhemed Îslamî û rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, Rafael Grossi îro (Yekşem) li Têhranê, daxuyaniyek hevpar dan û li hev kirin ku rê bidin çavdêrên IAEA`yê da ku derheq servîsên teknîkî yên diyarbûyî yên amûrên çavdêriyê û kartên tomarkirina înformasiyonan ên wan ku di bin mohra hevbeş de tên ragirtin, pêngava pêdivî were rakirin.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a ku her du aliyan îmze kiriye, wan moralê hevkarî û pêbaweriya dualî û girîngiya domandina wê, her weha hewcedariya çareserkirina pirsgirêkên di navbera hevdu de di hawîrdorek avaker û bi tenê teknîkî de bi bîr xistin û li ser tekez kirin.

Di vê daxuyaniyê de her wiha hatiye: "Di çarçoveya danûstandin û hevkariya heyî ya di navbera her du welatan de, aliyan biryar dan ku civîn û hevdîtinên xwe di astên pêwendîdar de bidomînin."

Serepeyv