Tîrmeh 22, 2021 22:09 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hişkesala kêmdîtî ya welêt ji hegerên sereke yên qeyrana îro ya Xûzistanê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hişkesala kêmdîtî û berhevbûna pirsgirêkên mayî ji salên borî wek hegerên sereke yên qeyrana îro ya Xûzistanê da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hişkesala kêmdîtî û berhevbûna pirsgirêkên mayî ji salên borî wek hegerên sereke yên qeyrana îro ya Xûzistanê da zanîn.

 

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro pêncşemî piştî nîvro di têkiliya telefonî tev Qasim Silêmanî Deştekî parêzgarê Xûzistanê tevî wergirtina rapora parêzgar ji rewşa parêzgehê û kiryarên pêkhatî jibo çareserkirina pirsgirêkên vê dawiyê, destnîşan kir: Tehemilkirina bêavî û germaya zêdeyî 50 pileyî gelekî dijwar e û mafê gel heye ku li dijî rewşa heyî itiraz bike.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê kurewşa pêkhatî li parêzgehê ji ber hegerên tam nexwestî bûye, got: Bila gelê baş, bihedare û berxwedêr ê vê parêzgehê şik û gumanê neke ku dewlet dengê itiraza biheq a wan dibihîze û hemî hewila xwe jibo çareserkirina bilez a pirsgirêka bêaviyê ya ji ber hişkesaliya kêmdîtî dê bi kar bîne.

 

Serepeyv