Nîsan 09, 2021 00:15 Asia/Tehran
  • Li gor amara dawiyê li Îranê, 185 kesên din ji ber Koronayê can dan

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê de 185 nexweşên koronayî li Îranê jiyana xwe ji dest dan ku bi vî awayî jimara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê can dane gihêşte 63 hezar û 884 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî herwiha îro pêncşemê 8 Nîsana 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de  22 hezar û 586 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye du milyon û 6 hezar û 934 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 684 hezar û 570 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Dr. Sîma Sadat Larî herwiha got: Heya vê demê 13 milyon û 412 hezar û 327 testên Koronayê li welêt pêk hatine.