Sibat 24, 2021 21:23 Asia/Tehran
  • Pîrozbahî - Salvegera jidayîkbûna Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê

Seranserî Îraana Îslamî di bereberê salvegera jidayîkbûna hezretê Elî (S) Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê di nava cejn û şahiyê da ye.

Sibe Pêncşemî, 13ê Receba 1442an a Koça Heyvî beranberî 25ê Sibata 2021ê, salroja Jidayîkbûna hezretê Elî (S), Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

 

Hezretê Elî Ibni Ebîtalib (S) li Mala Keibeyê hat dinê û ji dewrana nûciwaniyê va li cem Hezretê Muhemed, Resûlê hêja yê îslamê mezin bû.

Hezretê Elî (S) yekem kes bû ku baweriya xwe bi Îslamê anî û di hemî qonaxên teblîx û belavkirina dînê mubîn ê îslamê ji aliyê Pêxemberê Îslamê (S), hogirê sereke yê Hezretê Muhemed (S) bû.

 

Di rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê da salroja Jidayîkbûna Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, wek Roja Bavan hatiye binavkirin.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, salroja Jidayîkbûna Hezretê Îmam Elî (S) li gişt misilmanên cîhanê pîroz dike.

 

Serepeyv