Hezîran 30, 2020 21:09 Asia/Tehran
  • Civîna serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê di çarçova pêvajoya Astaneyê de li Tehranê bi riya Vêdeo-Konferansê

Sibê roja çarşemê civîna awarte ya serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê di çarçova pêvajoya Astaneyê de li Tehranê bi riya Vêdeo-Konferansê ji bo hilkolandina krîza Sûriyê lidardikeve.

Alîkarê pêwendî û ragihandinê yê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê Elî Riza Muezî îro ragihand ku di vê civîna sêalî de piştî axivtinên serokên komarên Îran, Rûsya û Tirkiyê bi riya vîdeo-konferansê wê daxuyaniya hevpar a civînê were weşandin.

Berdevkê Koşka Kremlînê ya serokomariya Rûsyayê, Dîmîtrî Peskov jî got: gotûbêj û şêwirîna serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wê di çarçova muzakireyên Astaneyê ji bo çareseriya krîza Sûriyê bi riya vîdeo-konferansê li Tehranê bi rê ve  herin .

Peskov got: Serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê berî despêkirina gotûbêjên xwe yên sêalî wê herwyek danezaneke cida bide weşandinê.

Biryar bû ev muzakireyan di meha Adara 2020 û di rûniştina rasterast a serokomarên van sê welatên garantorên Aştiya Sûriyê li Tehranê birêve biçûyana, lê ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê li cîhanê ev muzakire paşda ketin û niha ewê bi riya vîdeo Konferansê sibê li Tehranê li dar kevin.

Mûzakireyên bi navê Pîvajoya Astaneyê ji sala 2015 li paytexta Qezaqistanê bi beşdariya serokomarên Îran, Rûsya û Tirkiyê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li dar ketin ku hîn jî ew berdewam dikin.