Hezîran 30, 2020 17:55 Asia/Tehran
  • Ti yek ji namzedên posta serokatiya Fedrasiyona woşoya Îranê dev ji vê namzediyê bernedaye

Seperestê sekreteriya Fedrasiyona Woşoya Îranê got: Heya vê demê ti yek ji namzedên bidestxistina posta serokatiya Fedrasiyona woşoya Îranê çi devkî çi jî bi awayê nivîskî dev ji vê namzediyê bernedaye.

Seperestê sekreteriya Fedrasiyona Woşoya Îranê Elî Sidîqî îro li hevpeyvîna bi Radiyo Werzişê re got:Sibeya roja 5 Tîrmehê wê Civîna Bijartinê were lidarketin bona bijartina serokê  Fedrasiyona Woşoyê.

Wî derbarê hitmala devberdana hin namzetên serokatiya Fedrasiyona Woşoyê ji vê postê got: Heya vê demê ne devkî, ne jî nivîskî ti kesî dev ji namzediyê bernedaye, ger kesek jî bixwaze ku vî karî bike hîn ti tişt ji me re negotiye.

  Sidîqî got: Me li gor rêzeknama fedrasiyonê û wezîfeya xwe Vexwendinname ji her 6 namzedan re şandiye û me rewşek amade kiriye ku Civîna Bijartinê bi awayekî zelal were lidarxistin daku kesê jêhatî ji bo vê postê were bijartin, ta bi saya vê yekê riya pêşveçûnên woşoya welêt serastir bibe.