Mijdar 10, 2019 18:03 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Armanca Îranê parastina Rêketian navokî û rizgarkirina wê ye

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja şemiyê li konferansa navneteweyî ya qedexetiya berfirehkirina çekên navokî li Moskowê bal kişand ser kêmkirina berpirsiyariyên Îranê li rêketina navokî û got: Kiryarên Îranê li rêketina navokî li gor naveroka vê hevhatina navneteweyî û bi armanca rizgarkirina wê cih tê.

 Li gorî rapora IRNA `yê, seyd Ebas Iraqçî bal kişand  ser vê yekê ku Îranê tu tawanek li gihêşûştina bi rewşa niha tinebûye û destnîşan kir: Têhran piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji rêketina navokî salekê derfet da ewrûpiyan ku berpirsiyariyên xwe li hember vê hevhatina navokî cih bînin lê wan tu karek nekirin. 

  Iraqçî bi nihêrîna eqlanî û kiryara  û kiryara  bi nêta xêrê ya Îranê li dewrên berê û piştî Rêketina Navokî, bal kişand ser nihêrîna berpirsiyarane ya Têhranê û baweriya Îranê li gotûbêjê û bi bîr xist dewama her hevhatineke  navneteweyî heveyî bi cihanîna berpirsiyariyan ji aliyê giştan e. 

 Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê, boykotên Emerîkayê li dijî Îranê jî wek şerê aborî nirxand û got: Tenê riya dawîkirina aloziyên niha, agirbesa li vî şerê aborî ye. 

 Almanya, Brîtanya û Firansa piştî derketian neqanûnî ya Emerîkayê ji Rêketian navokî, 8 Gulana 2018an soz dan ku bi garantîkirina  berjewendiyên Îranê, vê hevhatinê biparzêin. welatên hanê tevî rawestana  devkî û siaysî li hember kiryara Emerîkayê heta niha serketinek bona parastina vê hevhatinê bi dest enxistine.