Text Rewançî: Îran gotûbêja li bin zext û zorê û gefxwainê qebûl nake
Balyoz û nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got: Îran gotûbêja li bin zext û zorê û gefxwainê qebûl nake.
Mecîd Textê Rewançî, balyoz û nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îro sêşmiyê li gotûbêja bi kanala CNN`ê re got: Emerîka niha zext û zorê tîne ser Îranê û çawa çavrê ye ku Têhran pêşniyara muzakirê bi van zxet û zoran qebûl bike.
Textê Rewançî li bara rapora hin medyan derheq vê yekê ku Waşengtonê dil heye 120 hezar hêzan bona rawestana li ber Îranê bişîne Rojhilata Navîn û destnîşan kir: Li gor Îranê kiryarên bi vî rengî şerê pîskolojîk nîne ji ber ku tu kes ji qewimîna pevçûneka wiha li navçê sûdê nake.
Nûnerê dayim ê Îranê li Rêxistina neteweyên Yekbûyî li bara vê yekê ku Îran li dû bidestxistina çekêîn navokî ye, teqez kir: Komara Îslamî ya Îranê li dû çekên navokî nîne ji ber ku wê li dijî ol û baweriyê dizane û çekên navokî tu cih û şûnek li doktorîna berevaniya Îranê tinene.