Tebax 06, 2022 18:57 Asia/Tehran
  • Şetrencbaza îranî bû baştirîn rahênera şetrencê ya jinên cîhanê

“Şadî Perîder” xelata baştirîn rahênera jin a Federasyona Cîhanî ya sala 2022`an li Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrancê wergirt.

Li gorî rapora IRNA`yê, li rêûresma ku ji aliyê Federasyona Cîhanî ya Şetrencê ve li bajarê Chennai (Çênay) yê Hindistanê hat lidarxistin, 13 jinên herî baş ên cîhanê di warên curbicur ên şetrencê de hatin xelatkirin û mamoste Şadî Perîder, rahênera sereke ya tîma neteweyî ya şetrenca Îranê, hat xelatkirin û xelata baştirîn rahênera jin a cîhanê, sala 2022 wergirt.

Şadî Parîder yekemîn şetrencbaza Îranî ye ku pileya mamostaya mezin a jinan bi dest xist.
Di salên derbasbûyî de ev şetrencbaza Îranî cîgira serokê federasyona şetrencê ya jinan bû.
44emîn Olîmpiyada Şetrencê ya Cîhanê ji 29ê Tîrmehê ve li bajarê Chennai yê Hindistanê hatiye lidarxistin.

Serepeyv