Hezîran 10, 2021 10:24 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Voleybola Amerîkayê jî li hemberî tîma  neteweyî ya voleybola Îranê têk çû

Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê duh êvarê ser dema Îranê di Lîga Neteweyên 2021-an de bi têkbirina tîma Amerîkayê pêncemîn serketina xwe ya li pey hev bi dest xist.

Li gorî IRNAyê, tîma neteweyî ya voleybola Îranê duh (Çarşemî) ji saet 20:30 ser wextê Îranê di lîstika xwe ya heftemîn di Lîga Voleybola Neteweyên 2021-an de li li hemberî Tîma Neteweyî ya Voleybola Amerîkayê lîst û 3-0 bi ser ket. Sê setên vê lîstikê ji hêla Îranê ve bi pûanên 25 bi 19, 25 bi 23 û 25 bi 23 ve hatin bi dest xistin.

Bi vê encamê, Îran, ji heft lîstikan bi pênc serkevtinan û 15 pûanan, di rêzê de pileyek hilkişiya jor di pileya pêncemîn de cih girt.

Serepeyv