Îlon 12, 2019 15:56 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên kurt ên werzişî

Konfêdêrasyona Tênîsa Ser Masê ya Asyayê ragihand ku Tênîsbazê îranî Nevîd Şems wek endamê Tîma Bijartî ya Tezelawên Asyayê hat bijartinê.

*Qonaxa duyem a Pêşbirkên Xelata Mezin a Têkvandoyê di sala 2019`ê de yê sibê Înîyê bi pişkdarîya 32 têkvandokarên serketî yên cîhanê yên 4 kêşên olempîkî li şarê Çîba yê Japonê destpê bibe û yê 3 rojan jî bidome. Ji Îranê jî Sirûş Ehmedî û Mîrhaşim Husêynî yê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

* Pêşbirkên Lîga Cîhanî ya Kareteyê ya Ûrsêtê yê ji 4 heta 6`ê Cotmehê li şarê Moskowê bên lidarxistinê û tîma Îranê jî yê bi 2 pişkên Jin û Mêran di wan de pişkdar bibe.

* Pêşbirkên Cîhanî yên Guleştê û Bijartina bo Olempîka 2020 a Tokyoyê dê ji 14 heta 17`ê Îlonê li Qazaqistanê bên lidarxistinê û tîma Îranê jî bi merema pişkdarîya di wan pêşbirkan de îro ber bi Taşkendê va bi rê ket.

* Di dewama Pêşbirkên Somerîya Kêmendaman yên Qaremanîya Cîhanê li Londonê de werzişkarên Nabîna û Kêmbîna yên îranî di rêzên 9 û 12`an de cî girtin.

* Hogirên Tîma Paris Saint-Germainê ji ber vîya ku Paolo Dî Kanîyo ew tîma cihê kombûna futbolîstên bêexlaq bi nav kirîye, hêrs bûn û li şebekeyên civakî dijî wî derketin. Wan herwiha xwestin ku Dî Kanîyo dawa lêborînê bike.