-
Swêd û Fînlandayê wezîrên xwe yên derve naşînin Tirkiyê
May 17, 2022 02:29Wezareta Derve ya Swêdê daxuyaniya xwe ya ku serdana wezîrên derve yên Swêd û Fînlandayê bo Tirkiyê ragihandibû, piştî axaftinên Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan guhert.
-
Erdogan bo Swêd û Finlandayê: Em dê ji bo tevlîbûna NATOyê nebêjin erê
May 17, 2022 06:40Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pêşwazî li endambûna Swêd û Finlandayê di hevpeymaniya NATO de nake. Erdogan herwiha got ku bila ti şandeke wan herdu welatan bi vê armancê serdana welatî wî nekin.
-
Polîsê Tirkiyê li Erzerom û Erzînganê 46 koçber desteser kirin
May 17, 2022 04:37Polîsê Tirkiyê li parêzgehên Erzerom û Erzînganê yên Kurdistana Tirkiyê 46 koçber desteser kirin.
-
Nirxê Lîreya Tirkiyê car din li hemberî dolara Amerîkayê kêm bû
May 17, 2022 04:05Piştî kêmkirina nirxên faîzê, lîreya tirkî careke din daket û li hemberî dolar bû 15,5.
-
Bahoza tozê ya ji Iraqê tê tesîrê Colemêrgê kir
May 16, 2022 13:48Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên tozê û barana heriyê li bajar jiyan hate asta sekinandinê.
-
Dersim Dag: Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî
May 16, 2022 12:37Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag li ser têkoşîna ciwanan axivî û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
-
Qirrkirina bêrawestan a daristanan ji bo operasiyona leşkerî li Kurdistana Tirkiyê didome
May 16, 2022 04:42Qirrkirin û jinavbirina daristanan wek beşeke operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi awayekî bêrawestan li navçeyên çiyayî yên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê didome.
-
Ipsos: Ji sedî 75ê xelkê Tirkiyê ditirsin nikaribin fatureyên xwe bidin
May 15, 2022 12:56Kompanya Lêkolînê ya Global a Ipsosê ragihand ku %75ê xelkê Tirkiyê ji wê yekê ditirsin nikaribin pereyên elektrîk û gaza xwezayî bidin.
-
Tirkîye idia dike rêvebirekî PKK li Serêkanîyê kuştîye
May 15, 2022 11:40Sazîya Istixbarata Tirkîyê (MIT) idia dike ku endamekî PKK ku berpirsê çend opêrasyonên vê partîyê dijî hêzên Tikrîyê li devera Serêkanîyê hatîye kuştin.
-
HDP: Berxwedana me ji bo zimanê me ye
May 15, 2022 09:38Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamak belav kir û têde ragihand ku “Divê zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser Kurdî bên rakirin.”