HDP: Berxwedana me ji bo zimanê me ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamak belav kir û têde ragihand ku “Divê zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser Kurdî bên rakirin.”
HDPê di peyama xwe de dibêje: “Di sedsala dawî de li aliyekî qedexe, astengî û polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, li aliyê din jî berxwedaneke bêhempa li dijî van polîtîkayan hat dayîn. Zihniyeta ku ji xwe re tunekirina zimanê Kurdî kiribû armanc, di sedsala dawî de ev polîtîka bi gelek rê û rêbazan meşand û îro jî dimeşîne.”
HDP bibîr dixe ku 15ê Gulana 1932yan rojeke dîrokî ye û dibêje: ``Wê rojê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, tovê şoreşeke rewşenbîrî û ronahiyê hat avêtin û Kovara Hawar`ê hat derxistin. Hawar di dîroka Kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latînî hatiye derxistin.