-
Alimekî sunî li Şamê hat terorkirin
Çile 12, 2025 11:08Medyayên xwecihî yên Sûriyê ragihandin Şêx Umer Mihyedîn Hûrî, yek ji alimên Sunî yên Sûriyê û pêşnimêjê mizgevta Meseb Bin Emîr li Taxa Beramekê nêzî 9 rojan berî nika li Sûriyê hatibû revandin ku meytê wî îro li taxa Cober a Şamê hat dîtin. Ew ji ber hevkariya bi rayedarên hikûmeta berê ya Sûriyê re hatiye kuştin.
-
Ketina leşkerên israyîlî nav navçeyeka din a başûrê Sûriyê
Çile 11, 2025 15:56Medyayên sûrî basa ketina artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst nav navçeya El Mueleqê li derdora Quneyterê li başûrê Sûriyê kirin.
-
Pevçûnên di navbera HSD û komên ser bi Tirkiyê ve
Çile 09, 2025 17:01Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û komên ser bi Tirkiyê ve kirin.
-
Mezlûm Ebdî: Em her pirojeyekî ji bo perçekiirna Sûriyê red dikin
Çile 09, 2025 15:06Serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) rêkevtina bi desthilatdarên nika yên Sûriyê ragihand û got: Me bi desthilatdarên Sûriyê re li ser redkirina her pirojeyekê ji bo perçekirina vî welatî, lihev kir.
-
Gurrbûna nakokî û bêewlehiyan li Sûriyê
Çile 08, 2025 13:50Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê êrişên giran ên hewayî û topxaneyî ser herêmên curbicur ên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.
-
Xurtkirina tiwdîrên ewlehiyê li bakûr û rojhilata Sûriyê
Çile 07, 2025 16:58Piştî bangewaziyên HSD`ê ji bo sekinîna li hember êrişên Tirkiyê li bakûr û rojhilatê Sûriyê, hin karên nû yên ewlehiyê wekî xurtkirina xalên lêgerînê li van navçeyan hatine kirin û hevgavê dewama êrişên Tirkiyê û çekdaran ser dorhêla Kobanî û Minbicê, hêzên HSD`ê bi operasiyonên hewayî derbeyên giran li alavên leşkerî yên çekdaran xistine.
-
HSD êrişên hêzên bin fermana Tirkiyê pûç kirin
Çile 06, 2025 14:22Di encama êrişên hêzên çekdar ên bin fermana Tirkiyê ser bakurê rojhilatê Sûriyê û şer û pevçûnên bi hêzên HSD re hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin.
-
Pevçûnên di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkîyê da
Çile 05, 2025 15:11Pevçûnnê di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkîyê li başûr-rojhilata Minbicê îro jî berdewam bûn.
-
Axavtina Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Mezlûm Ebdê
Çile 04, 2025 14:28Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Serfermandarê HSDê ra derbara alûgurên Sûrîyê da xeber da.
-
Helwesêtên biguman ên Colanî Xeter û berbendên di dewra guhestina desthilatê da
Çile 04, 2025 12:30Ehmed Colanî ku bi kivşkirina dewreke çarsalî ji bo hilbijartinê, hema eşkere dil heye xwe wek serokomarê Sûrîyê bide nasandin û bêyî dewleta resmî û rewabûnê hikimdarîyê li vî welatî bike, tevî helwestên nerm ku digire ber xwe, bere bere nêta dilê xwe aşkira dike.