-
Kampa Holê; 700 hewldanên revê yên malbatên DAIŞ'î ji kampa Holê hatin têkbirin
Îlon 20, 2020 00:59Hawar Newsê nivîsiye: "Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hêzên wan ji sala 2019'an heta niha ve, 700 hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Holê têk birin û destnîşan kir ku "Tirkiyê hewl dide bi pereyan çeteyan birevîne"."
-
Efrîn - Çeteyên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin
Îlon 19, 2020 18:08Grubên terorîst ên ser bi Tirkiyê zarokekî kurd ê Efrînî dikujin û du welatiyan jî direvînin.
-
Lavrov: Qanûna Sizar welatiyên sûrî dike hedef/ hevkariya Emerîkayê bi kurdan re dûhatên xwe yên giran heye
Îlon 19, 2020 15:07Wezîrê derve yê Rûsiyê hişyarî da şêwaza ku Emerîka li hember kurdên Sûriyê girtiye ber xwe dûhatên xwe yên nalebar bo hemî navçê heye.
-
Trump: Em tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne
Îlon 19, 2020 12:15Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li ser mijara nefta Sûriyê, dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin. Wî di vî halî de eşkere kir ku ew tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne.
-
Li Sûriyê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, 3 jî mirin
Îlon 18, 2020 22:03Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.
-
PYD: "Dema wê ye ku Tirkiye ji Sûriyê were qewirandin"
Îlon 18, 2020 15:49Hevserokê Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) li Herêma Firatê got: Me xwe jibo derxistina Tirkiyê ji seranserî Sûriyê amade kiriye.
-
Mezlûm Kobanî: "Rapora NY tenê beşeka biçûk a sûcên cengê li Efrîn û Serêkaniyê ye"
Îlon 18, 2020 06:20Mezlûm Kobanî di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora NY derbarê sûcên cengê yên li Efrîn û Serêkaniyê ku ji aliyê hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê va pêk hatine, ev sûc tenê wek beşek ji rastiyên heyî da zanîn.
-
Jin û zarokên DAIŞiyan ên li Kampa Holê hewl dan di nav tankerekê de birevin
Îlon 17, 2020 09:04Jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Hol a rojhilatê Sûriyê hewl didin bi rêyên qaçax ji wê kampê birevin. Asayişa herêmî jî çavdêriya ser kampan tund kiriye.
-
NY`yê sûcên şer ên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li Efrîn û Serêkaniyê belge kir
Îlon 16, 2020 20:56Neteweyên Yekbûyî, piştî demeke dirêj, bi raporekê sûcên şer ên ku Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin, belge kir.
-
Hikmet Hebîb: "Em li benda encamên hevdîtinên bi rayedarên Rûs re ne"
Îlon 16, 2020 06:41Hikmet Hebîb eşkere kir ku MSD`ê di hevdîtinên dawîn ên bi rayedarên Rûs re, cidiyet û erêniyeke baş dîtiye. Hebîb destnîşan kir ku di qonaxa bê de bi encamên li ser erdê, dê ev cidiyet bê dîtin.