-
'Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike'
Îlon 16, 2020 02:00Hawar News: "Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî Dewleta Tirkiyê li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin."
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Îlon 16, 2020 04:27Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawîn de 63 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
-
Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî komên terorîst li Idlibê zêde kirin
Îlon 15, 2020 16:48Balafirên şer ên Rûsyayê asta bomberbarana herêmên ku terorîst tê de ne, li gel topbarana bejahî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li dijî herêmên Kensafra, Sifuhin, Fetîra, Filêfil û Bîtîn li başûrê gundewarê Idlibê zêde kir.
-
Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene
Îlon 14, 2020 17:43Li Efrîna yê bakurê rojavayê Sûriyê teqîneke mezin çê bû. Çavkaniyên taybet ragihandin ku teqîn li nêzikî avahiya qayimqamiyê çê bûye û Efrîn hejandiye.
-
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê: 34 kesên din bi koronayê ketin
Îlon 14, 2020 09:59Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê, 34 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 3 kesên din jî pê mirin.
-
Di çalakiya HRE’yê ya li dijî baregehên artêşa Tirkiyê de 7 leşker hatin kuştin
Îlon 14, 2020 09:24HRE’yê dîmenên êrişa xwe ya 12 Îlonê ya li dijî baregehên artêşa Tirkiyê li Cindirêsê weşandin. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.
-
Hêzên hikumeta Sûriyê bargehên terorîstan li çiyayê Zawiyê topbaran kir
Îlon 14, 2020 06:43Hêzên hikumeta Sûriyê ji vê sibê ve zêdetirî 350 mûşek û top avêtin derdora bajarok û gundên çiyayê Zawiyê.
-
HRE’yê êrişa li dijî baregehên artêşa Tirkiyê li xwe girt
Îlon 14, 2020 04:23Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku duh li Cindirêsê çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirkiyê lidar xistine û dê encam û dîmenên çalakiyê îro biweşînin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 13, 2020 11:03Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa korona ketine û 11 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
-
Komên girêdayî bi Tirkiyê li Efrînê gelek sivîl revandin
Îlon 13, 2020 07:17Hawar Newsê (ANHA) ragihand ku "Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê nasnameyên sivîlên ku çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyê revandine, eşkere kirin."