-
Herêmên dagîrbûyî yên bakurê Sûriyê; Li ber çavên garantoran binpêkirina mafên mirovan didomin
Îlon 13, 2020 02:47Dewleta Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê li ber çavê hêzên garantor êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin. Sivîl diyar dikin ku êş û azara wan ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ve zêde bûn.
-
Li Sûriyê 60 kesên din bi vîrusa korona ketin
Îlon 12, 2020 18:18Li Sûriyê pêketina 60 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
-
Li Serê Kaniyê teqîn – 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn
Îlon 12, 2020 10:36Li bajarê kurdan ê Serê Kaniyê yê li bakurê Sûriyê di teqînekê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.
-
Li deverên kurdî yên Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê can dan
Îlon 11, 2020 19:11Li deverên kurdî yên Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê can dan.
-
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê: 4 kesên din mirin
Îlon 11, 2020 06:11Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê, di 24 saetên dawî de 65 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 kes jî mirin.
-
Heseke; Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
Îlon 10, 2020 12:55Hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê li ser girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hewldana reva girtiyên DAIŞ’ê ji gitîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê têk bir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi Koronavîrusê ketine
Îlon 10, 2020 12:54Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesên pê ketibûn, baş bûne.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kes bi koronayê ketine û 17 kes baş bûne
Îlon 09, 2020 19:20Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li van devera 34 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 17 kesên ku pê ketibûn, baş bûne.
-
Til Temir: Herîkêm 20 endamên koma "Artêşa Azad a Sûriyê" di pevçûna digel HSD'ê da hatin kuştin
Îlon 08, 2020 17:27Li navçeya Til Temirê pevçûneke giran di navbera Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Dêmokratîkk (HSD) da qewmniye û di encamê da 20 hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" hatine kuştin.
-
PYNK: "Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî divê bi erka xwe ya agirbestê rabin"
Îlon 08, 2020 12:49Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) "topbarana bênavber a Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" û "koçberkirina sivîlan bi darê zorê" şermezar kir.