Heseke; Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319432-heseke_hêzên_ewlekariyê_hewldana_reva_çeteyên_daiŞ’ê_ji_girtîgeha_li_hesekê_têk_bir
Hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê li ser girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hewldana reva girtiyên DAIŞ’ê ji gitîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê têk bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2020 12:55 Asia/Tehran
  • Heseke; Hêzên ewlekariyê hewldana reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha li Hesekê têk bir

Hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê li ser girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hewldana reva girtiyên DAIŞ’ê ji gitîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê têk bir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên ji hundirê girtîgehê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di dema derketina wan li qada girtîgehê de hewl da tevliheviyê li qadê çêkin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dema tevliheviyê de, hewl da ji girtîgehê birevin. Lê Hêzên ewlekariyê yên çavdêriya parastina ewlehiya girtîgehan dikin, reva wan têk bir.

Li herêma nêzî girtîgehê û rêyên ber bi herêmê ve di dorpêça ewlehiyê de ye û tu kes nêzî herêmê nabe.

Hêzên ewlekariyê di 29’ê Hezîrana 2020’an de jî hewldaneke reva çeteyan têk biribûn.