Hêzên hikumeta Sûriyê bargehên terorîstan li çiyayê Zawiyê topbaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319526-hêzên_hikumeta_sûriyê_bargehên_terorîstan_li_çiyayê_zawiyê_topbaran_kir
Hêzên hikumeta Sûriyê ji vê sibê ve zêdetirî 350 mûşek û top avêtin derdora bajarok û gundên çiyayê Zawiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2020 06:43 Asia/Tehran
  • Hêzên hikumeta Sûriyê bargehên terorîstan li çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Sûriyê ji vê sibê ve zêdetirî 350 mûşek û top avêtin derdora bajarok û gundên çiyayê Zawiyê.

   Ji vê sibê ve hêzên hikumeta Sûriyê zêdetirî 350 top û mû                                                       şek avêtin bargehên terorîstan li bajarokên çiyayê Zawiyê yên Fitêra, Kefer Uwêd, Sifohin, Kensefra, Bara, Şenan, Filêfil, Bênîn û hin deverên din ên li herêmê. Heta niha agahiyên der barê windahiyan de tune ne.

Beriya niha jî hêzên hikumetê bi mûşekan 5 bajarên li gundewarên başûrê Idlibê, herêmên din ên li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin û çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li gundewarên Idlibê kirin armanc.