-
Çeteyên Tirkiyê di êrişên Eyn Îsayê de moşekên NATO'yê bi kar anîn
Kanûn 10, 2020 15:28Şervanên QSD'ê bermahiyên "Moşekên dijî mertalan" yên amerîkî dîtin ku çeteyên dewleta Tirkiyê di êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê de bi kar anîne.
-
Li Serê Kaniyê teqîn: Herî kêm 16 kuştî
Kanûn 10, 2020 18:06Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê di encama teqînekê de hejmareke leşkerên Tirkiyê jî di nav de herî kêm 16 kes hatin kuştin.
-
Li Heseke ne av û ne jî elektirîk heye
Kanûn 10, 2020 17:33Li parêzgeha Heseke ya bakurê rojhilatê Sûriyê ev çend roj in, ne elektirîk û ne jî ava vexwarinê heye.
-
Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê 21 hemwelatiyên kurd revandin
Kanûn 10, 2020 12:18Tawan û binpêkirinên grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve roj bi roj li ser xelkê Efrînê yê sivîl zêde dibin. Çekdaran di çend rojên derbasbûyî de zêdetir 21 kesan ji gundên Efrînê revandin.
-
Li bakur û rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bin bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Kanûn 10, 2020 07:43Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 66 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.
-
Joel Rayburn bi dewletên herêmê re nîqaşa çareserkirina siyasî li Sûriyê kir
Kanûn 10, 2020 00:47Balyozxana Amerîkayê ya li Sûriyê eşkere kir ku nûnerê taybet yê Amerîkayê li Sûriyê Joel Rayburn di gera xwe ya li herêmê de nîqaş kir ku pêwîstî bi xebata pêkanîna çareseriyeke mayînde, aştiyane û siyasî li Sûriyê heye.
-
Li Efrînê 2 jinên revandî bi berdêla pereyan hatin berdan
Kanûn 09, 2020 15:09Hawar Newsê nivîsiye: "Çeteyên koma El-Hemze yên girêdayî bi dewleta Tirkiyê 2 jinên ku beriya 2 sal û nîvan revandibûn û îşkence lê kiribû, bi berdêla pereyan berdan."
-
MSD: "Em soza berdewamkirina hewldanên çareserkirina aloziyê ji gelê Sûriyê re nû dikin"
Kanûn 09, 2020 15:03MSD’ê destnîşan kir ku armanca wan komkirina hêzên nîştimanî yên Sûriyê ye. Her wiha soza xwe ya hewldanên çareserkirina aloziyê, derxistina hemû dagirkeran û avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk, nû kir.
-
Geştên asimanî yên Libnanê bo balefirgehên bakurê rojhilatê Sûriyê dê jinûve destpê bibin
Kanûn 09, 2020 12:18Parêzgarê Hesekeya Sûriyê qala destpêbûna dubare ya firrînên derveyî ji balefirgeha Beyrûtê bo balefiorgeha Qamişloyê û berovajî kir.
-
Li Dêrazorê - Aşê Hecînê kete xizmetê
Kanûn 09, 2020 04:31Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li Til Cebaî ya li nêzî Hecînê, aşek vekir û amadekariyê dike ku firneyekê jî li El-Şefa veke.