-
Komîteya destûra bingehîn a Sûriyê ‘Peymana Adana’ nîqaş dike
Çile 26, 2021 12:24Çavkaniyên nûçeyan eşkere kirin ku di gera 5`an a civînên komîteya destûrê ya Sûriyê de “Peymana Adana” a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye nîqaşkirin.
-
Di bombebarana Rûsyayê de 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin
Çile 26, 2021 11:28Di bombebarana balafirên Rûsiyayê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hemwextî wê yekê li çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de, şer rû da.
-
Li Girê Sipî teqîneke mezin çê bû; kuştî û birîndar hene
Çile 26, 2021 10:46Li bajarê Girê Spî yê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, îro êrişeke xwekujî pêk hat.
-
Du berpirsên jin yên kurdên Sûriyê hatin kuştin
Çile 24, 2021 11:032 berpirsên jin yên Kurdên Sûriyê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin.
-
Li Til Rifetê di êrişa dewleta Tirkiyê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çile 24, 2021 05:08Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê Til Rifet da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên wan 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne.
-
Sê welatiyên sûrî di êrîşa terorîstan ser Helebê da hatin kuştin
Çile 23, 2021 18:43Di encama êrîşa komên terorîst ser derdora bajarê Helebê, bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
-
Li Qamişloyê yekemîn car emeliyeta dil hat kirin
Çile 23, 2021 05:01Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kiribû da ku bar li ser şêniyên herêmê sivik bike. Piştî amadekariyên gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê roja 21'yê mehê yekemîn emeliyeta dil çêkir. Kesê emeliyeta wî hat çêkirin 60 salî bû û emeliyet bi serketî derbas bû.
-
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa hawayî ya li Kobanê daxuyanî da
Çile 22, 2021 18:51Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku balafira bê pîlot a artêşa Tirkiyê bi armanca têkbirina destkeftiyên kurdên Sûriyê û ewlehiya herêmê li başûrê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku wezîfa xwe ya îdiaya wê dike cih bîne.
-
Di êrişa Rejîma Îsraîlê ya ser Suriyê de 4 sivîl şehîd bûn
Çile 22, 2021 11:29Ajansa Sana ya Suriyê ragihand ku di êrişa Rejîma Îsraîlê ya li ser herêma Hemayê de 4 sivîl ku ji wan 2 kes zarokbûn şehîd ketin.
-
Artêşa Tirkiyê gundê Mişêrfê û rêya M4 topbaran dike
Çile 22, 2021 06:04Artêşa Tirkiyê ku gelek dever li bakur û bakura rojavayê Sûriyê dagir kiriye û çeteyên wê duh êvarê heya derengiya şevê li eniya Eyn Îsa'yê, bi tang û topan êrîşî gundê Mişêrfê û rêya M4 kirin. Bi bersiv dayîna şervanên QSD'ê şer û pevçûnên dijwar rû dan.