-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi Koronayê ketine
May 18, 2021 09:41Desteya Tenduristiyê ya Desthilata bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi covid-19 ketine û 2 kesan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
-
Şandeke payebilind a Amerîkayê bi rayedarên HSDê re civiya
May 18, 2021 05:53Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku şandeke payebilind, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civînek pêk anî.
-
Li Til Temirê ya di bin kontrola kurdên Sûriyê çeteyên Tirkiyê keriyek pez dizîn
May 17, 2021 05:57Çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê kurdên Sûriyê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.
-
Ji bo cara yekem pêşengeheke gulan li Kobanê hat vekirin
May 16, 2021 10:01Li bajarê Kobanê ji bo cara yekem pêşengeheke gulan hat vekirin ku tê de nêzîkî 200 cureyên cude ên gulan tên pêşandin.
-
Li Efrînê çekdar dest bi ser mal û dukanên Kurdan de digirin
May 16, 2021 07:15Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve di binpêkirinên xwe de li Efrînê berdewam in û herî dawî jî dest danîne ser mal û milkên çend welatiyan li gundekî navçeya Mabata ya Efrînê.
-
Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê ava Çemê Firatê de hişyarî da
May 16, 2021 07:10Tirkiyê li ser kêmkirina ava Çemê Firatê berdewam e û Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hişyarî dide ku metirsî heye torbîna dawî ya Bendava Tişrînê rawest e û Wezareta Avê ya Iraqê jî dibêje, asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye.
-
Ji ber bombebarana Balafirên Rûsyayê; Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
May 15, 2021 16:24Balafirên Rûsyayê di 48 seatên dawîn de, derdora 180 êriş li dijî çolistana Sûriyê de pêk anîn, di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
Şêniyên Helebê: Qutkirina ava çemê Firatê şerê ji bo qirkirinê ye
May 15, 2021 07:51Hawar Newsê nivîsiye: "Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, wek kiryareke terorîstî bi nav kir û bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku fişarê li dagirkeriya dewleta Tirkiyê bikin da ku sûcên wê yên li dijî gelên herêmê bidin rawestandin."
-
‘Divê demildest dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê bê avakirin’
May 15, 2021 07:50Berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got mayîna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê xetereyeke mezin li ser gelên herêmê çêdike û bang li hêzên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan bilezînin.
-
Serdana neqanûnî ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bo Idliba Sûriyê
May 14, 2021 18:25Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bêyî destûra hukûmeta Sûriyê carek din bi kiryarek provokatîf çû bakurê parêzgeha Idlibê û deverên ku artêşa tirk ew der dagir kirine .