Rayedarên Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê dibêjin, Kampa girtiyên DAIŞ'ê li bakurê Sûriyê weke bombeyeke li ber teqînê ne.
Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Amerîkayê di sê rojan da 100 kamyon çek û alavên şêrr şandine navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê.
Artêşa Rejîma Siyonîst bi çend mûşekan êrîşî ser Şama paytexta Sûriyê kir.
Komên ser bi Tirkiyê li herêma Efrînê ya Sûriyê talankirina xwezayê û birrîna daran li vê navçeyê didomînin; Raporek li ser vê yekê tê pêşkêşkirin.
Çavkaniyên haydar û çavdêrên siyasî li bakurê Sûriyê dibêjin kiryarên biguman ên Tirkiyê weke dasepandina lîreyê Tirkî ser xelkê herêma Efrînê nîşan didin ku vî welatî dil heye Efrînê bêxe ser axa xwe.
Rêûrisma Rêzgirtina li Salvegera Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê û Cejna Meb'esê li Sûriyê mijara raporekê ye ku tê pêşkêşkirin.
Di encama êrîşa kesên nenas ser serbazên Artêşa Sûriyê li ser rêya navbera Dimeşq û Der'ayê da 4 serbz hatin kuştin.
4 leşkerên Artêşa Sûriyê di encama êrîşeke terorîstî da li nêzikî sînorê Urdinê şehîd bûn.
Artêşa Sûriyê wek berteka li hember êrişên Amerîkayê ragihand, "Amerîka bi dû vejîyandina DAIŞ'ê ye."
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragihand: Amerîkayê bi êrîşên xwe careke din îsbat kir ku ew çavkanîya sereke ya nearamiyê li cîhanê ye.