Li Himsa Sûrîyê êrişek pêk hat: 5 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i357099-li_himsa_sûrîyê_êrişek_pêk_hat_5_kes_hatin_kuştin
Li bajarê Himsê ku ketîye navenda Sûrîyê, di encama êriş û pevçûna di navbera çekdarên ser bi hikûmeta Colanî da 5 kes hatin kuştin.
(last modified 2025-11-16T12:59:40+00:00 )
Tesrîn 16, 2025 13:59 Asia/Tehran
  • Li Himsa Sûrîyê êrişek pêk hat: 5 kes hatin kuştin

Li bajarê Himsê ku ketîye navenda Sûrîyê, di encama êriş û pevçûna di navbera çekdarên ser bi hikûmeta Colanî da 5 kes hatin kuştin.

Ew kesana li gundê Um Hareteynê ser bi Himsê di encama êrişa kesekî ser qehwexaneyekê hatine kuştin. 

Ji hêla din va, di navbera hêzên Colanî û komên çekdar ên dijber da li mêhwera Wolga li parêzgeha Suweydayê u derdora şarê Cebele li derdora Laziqîyê pevçûn derketîye ku çend kes birîndar bûne. 

Çavkanîyên sûrî jî basa liv u tevgerên nû yên Rejîma Sîyonîst li parêzgeha Quneytere li başûra Sûrîyê dikin. Leşkerên Rejîma Sîyonîst duh ketin derdora rojavaya Derayê û bi awayekî perrate ber bi derdora rojavaya gundê Me`rîyê va gulle avêtin.