-
Êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakura Sûriyê berdewam dikin
Îlon 24, 2021 12:37Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îro jî gund û bajarokên bakurê Sûriyê yên wekî gundê Tewîla li rojavayê Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê, gundê Eyn Deqnê yê devera Şehbayê, gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û riya M4 û gundê Qinêtir ê navça şêrawa bi dijwarî topbaran dike.
-
Beşar Caferî: Têkoşîna li dijî nijadperestiyê mafekî bêdawî ye
Îlon 24, 2021 05:34Bi minasebeta bîst saliya pejirandina Plan û Bernama Xebatê ya Durbanê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê şerê li dijî nijadperestiyê wekî mafekî bêdawî bi nav kir.
-
Bombeyek li bajarê Efrînê teqiya
Îlon 24, 2021 05:13Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirkiyê û çeteyên wê yên ji komên terorîst pêkhatî ve dagir bûye, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di encama vê teqînê de 2 kes birîndar bûn.
-
HSD'ê bîlançoya êrişên Artêşa Tirkiyê li dijî gundê Dibis eşkere kir
Îlon 23, 2021 14:19Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encama êrişên dewleta Tirkiyê a li dijî gundê Dibis eşkere kir. Di encama êrişê de sivîlek şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûn. Hêzên HSD'ê hewldanên artêşa Tirkiyê ya dagirkirina gundê Dibis têk bir.
-
Li devera kurdî ya bakurê rojavayê Sûriyê mayînek teqiya 4 zarokan birîndar bûn
Îlon 23, 2021 13:50Li devera dagirkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê mayînek bi 4 zarokan de teqiya. Her 4 zarok birîdar bûne û ew rakirine nexweşxanê.
-
Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê Tirkiye demildest dev ji dagirkirina Sûriyê berde û jê derkeve
Îlon 23, 2021 09:16Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, welatê wî bang li Tirkiyê dike ku demildest hêzên xwe ji nav axa parêzgehên bakurê Sûriyê vekişîne.
-
Teqîneke mezin li bajarê sînorî yê Bûkemala Sûriyê qewimî
Îlon 20, 2021 08:34Çavkaniyên sûrî qala qewimîna teqîneke mezin li bajarê sînorî yê Bûkemala Sûriyê û ihtimala êrîşa bi dironan a Amerîkayê li ser vê navçeyê kir.
-
Artêşa Tirkiyê bajarên Sûriyê topbaran kirin
Îlon 19, 2021 09:47Tirkiyê di dewama destdirêjiyên xwe ser Sûriyê, bi topxxaneyê êrîşî çend bajarên bakurê vî welatî kir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da
Îlon 19, 2021 05:28Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
-
Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên "bêçek" bombebaran kir
Îlon 18, 2021 19:34Balafirên şer ên Rûsyayê 9 caran êrişî herêmên "bêçek" kirin. Di encamê de kesek hat kuştin. Vê dawiyê liv û tevgerên komên terorîst û çete ku Tirkiye piştgiriya wan dike li deverên hanê zêde bûne.