-
Gêreya di navbera hêzên kurd ên Sûrîyê û artêşa Tirkîyê da gurr bû
Tîrmeh 09, 2022 12:15Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku li xetên rûbirûbûnê yên di navbera hêzên kurd ên Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên di bin çavdêrîya Enqerê da li bakura Helebê gêre zêde bûne.
-
Xelkê Fransayê naxwazin welatiyên wan ên li Kampa Holê bêne vegerandin
Tîrmeh 09, 2022 04:37Fransa berî çand rojan 35 zarok û 16 jin ji malbatên terorîstên DAIŞê ên Fransî li Kampên bin destê kurdên Sûriyê vegerandin Fransayê. Li gorî rapirsiya sala 2019an a Saziya Odoxa-Dentsu Consulting a Fransî, ji her 10 kesên Fransî 7 kes li dijî vegeraninda zarokên terorîstên DAIŞê yên Fransî bûn.
-
Li Mabetaya Efrînê 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin
Tîrmeh 08, 2022 05:07Komên çete yên girêdayî bi dewleta Tirkiyê 3 jinên ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.
-
Êrîşa balafirên bêmirov ên Rêjîma Siyonîst ser parêzgeha Quneytera Sûriyê
Tîrmeh 06, 2022 18:47Çavkaniyên sûrî ji êrişa balafira bêpîlot a Rejîma Siyonîst ser parêzgeha Quneytera Sûriyê û kuştina yek ji hêzên artêşa vî welatî agahî dan.
-
Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê ji deverên bin deshilata kurdên Sûriyê vedigerîne
Tîrmeh 06, 2022 11:15Fransa 51 jin û zarokên DAIŞê yên ku di kampên deverên bin deshilata kurdên Sûriyê de ne vedigerîne welatê xwe û zarokan radestî saziyên taybet bi perwerdekirin û parastina zarokan dike û li dadgehê jî dosyeyan li dijî jinên DAIŞî vedike û wan dadgehî dike.
-
Artêşa Tirkiye 3 gundên Minbicê û Eyn Îsa topbaran kirin û sivîlek kuştin
Tîrmeh 06, 2022 04:16Li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbarana hêzên Tirkiye welatiyekî can da û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene. Her wiha Hêzên Tirkiye û çeteyên wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.
-
Dizîna nefta Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî va didome
Tîrmeh 04, 2022 12:25Hêzên dagirker ên amerîkî li Sûriyê karwanekî erebeyên hilgira nefta talankirî ya vî welatî veguhestin Iraqê.
-
Li Eyn Darê ya Efrînê 2 welatî ji aliyê çeteyan va revandin
Tîrmeh 04, 2022 07:15Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revandin.
-
Balafirên Rejîma Îsraîlê li devereke cotkariyê ya Tertûsê xistin
Tîrmeh 03, 2022 11:02Balafirên Rejîma Îsraîlê navçeya Hemîdiyê li başûrê bajarê Tertûsa Sûriyê ku piraniya rûniştiyên wê cotkar in mûşekbaran kirin.
-
Feysel Miqdad: Êrîşên Îsraîlê bê bersiv namînin
Tîrmeh 03, 2022 09:00Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî şermezarkirina hewildanên rojavayî ji bo berfirehkirina xeleka teror û şêrr li hin deveran, hişyarî da Rejîma Siyonîst ku Sûriye dikare bersiva êrişên siyonîstan bide.