-
Birêvebirê SOMO`yê: Nifta ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin bi bihayê 85 heta 87 dolarî ji bo her bermîlekê bêyî ti daşikandinekê tê firotin
Îlon 04, 2026 14:53Rêveberê Şîrketa Peydakirina bazara niftê ya Iraqê (SoMO) ragihand ku nifta ku ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin bi bihayê 85 heta 87 dolarî ji bo her bermîlekê bêyî ti daşikandinekê tê firotin û bi girtina tedbîrên teknîkî yên pêwîst, planek heye ku hinardekirina nifta herêmê bigihîne 400hezar bermîlan di rojê de.
-
Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist
Îlon 04, 2026 18:21Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî, rayedarekî Kurd ê Sûriyê ji lîsteya terorîstên lê digerin derxist; Ev yeka piştî ku ew wekî şêwirmendê Serokkomartiya Sûriyê hate destnîşankirin pêk hat.
-
Pêşveçûna hêzên yemenî ber bi bendera Mexayê ve
Îlon 04, 2026 17:48Li dû serdestiya Artêş û Ensarullah a Yemenê li ser navçeyên berfireh li parêzgeha Teizê û pêşveçûna ber bi bendera Mexayê ve, kanala El Erebiyê basa veguhestina berfireh a hêzên ser bi Riyazê bo vê navçeyê ve kir.
-
Başûrê Libannê di bin agirê siyonîstan de; Elî el Tahir careka din hat bombarankirin
Îlon 04, 2026 17:46Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Artêşa Rejîma Siyonîst derdora bilindahiyên Elî El Tahirê li başûrê Libnanê daye ber bombeyan. Hevgavê viya firaksiyona Berxwedanê li Meclisa Libnanê ragihand: Rejîma Siyonîst Hevhatina Çarçoveyê wekî emrazekê ji bo dewama cinayeta jînosaydê bi kar tîne.
-
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Derbeyên Îranê yên berevaniyê tenê dijî armancên leşkerî ne
Îlon 04, 2026 17:07Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di peyamekîde nivîsî: Berovajî Amerîkayê ku êrişa ser sivîlan veguheriye mînak û kareke sabit û şerrên xwe yên neqanûnî, derbeyên berevaniyên yên Îranê tenê dijî armancên leşkerî ne û rapora fermî ya Qeterê jî vê rastiyê misoger dike.
-
Reuters: Mûşeka amerîkî dawetekî li Îranê kire hedef
Îlon 04, 2026 17:04Piştî New York Times`ê, Reutersê jî ji zarê çar karzanên çekan ragihand ku Amerîkayê rasterast dawetekê li Sîrîkê kiriye hedef. Çak Şomêr, rêberê demokratên Sênaya Amerîkayê jî daxwaza destpêkirina lêkolînên fermî ji aliyê Sentcomê li ser êrişa ser dawetekî li bendera Kûhêstek a Îranê kir.
-
Iraqçî xitabî hevtûşê xwe yê urdinê: Divê Îran çi qas li bendê bimîne ku bersiva destdirêjkeran bide:
Îlon 04, 2026 16:59Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, wek berteka li hember axiftinên vê dawiyê yên hevtûşê xwe yê urdinî, di tora civakî de nivîsî: Li gorî Wezîrê Karên Derve ya Urdinê divê Îran heta kengê li bendê bimîne ta ku bersivê bide destdirêjkerekî ku ne rêzê li hakimiyeta welatên Ereb digire ne jî li hakimiyeta Îranê.
-
Êrişên hewayî û topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê
Îlon 04, 2026 16:57Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro êrişên ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê giran kirine û taxên rojhilatê bajarê Xezzê û navçeyên bakûr ên kempa Birîcê dan ber êrişên hewayî û topxaneyî û gulleavêtina berfireh.
-
Derfirotina nifta Erebistanê daketiye asta herî kêm a di deh salên va dawiyê de
Îlon 03, 2026 19:03Bloombergê ragihand: Hinardekirina niftê ya Erebistana Siûdî piştî şerê li dijî Îranê û şert û mercên qeyranî yên li Deryaya Sor daketiye asta herî nizm a neh salên dawî.
-
Dewama cinayetên li Perrava Rojava; Şehîdbûna 2 filistîniyan di êrişa leşker û bajaroknişînên Siyonîst de
Îlon 03, 2026 18:44Rêxistina Hîva Sor a Filistînê û Wezareta Tendirustiya vî welatî ragihandin ku di encama êrişa bajaroknişîn û leşkerên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava de 2 filistînî şehîd bûn.