-
Li Fîlîpînê hevgavê serdana Trump nerazîtî gurr bûn
Tesrîn 18, 2026 05:06Hevgavê serdana Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê bo Fîlîpînê ji bo beşdarbûna civîna serokên ASEANê, nerazîtî li dijî sîyasetên Waşîngtonê û însiyatîva teknolojiyê ya Peks Sîlîkayê (Pax Silica) li bajarên cûrbicûr ên vî welatî didomin û bi sedan kes ji nerazîyan jî hatine girtin.
-
Beqayî: Senaryosazî ji bo êrişa ser binesazîyan pînekirina destdirêjîyê ye
Tesrîn 18, 2026 08:12Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi hişyarîdanê derheq tawanbarkirinên bêbingeh derheq girêdana bendavên Îranê bi binkeyên mûşekan ra, ev kiryar wek amadekirina medyayî ji bo pînekirina êrişa ser binesazîyên bingehîn ên welêt zanî.
-
Serleşker Wehîdî: Gelê berxwedêr ê Îranê qet teslîm nabe
Tesrîn 17, 2026 18:53Serdar Serleşker "Ehmed Wehîdî", Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, tevî tekezîya li ser rola gelê Îranê û berxwedana wan, got: Amerîka heta niha tu wextî di vê astê da di tecrîda navdewletî da nebûye û gelê Îranê li himber Amerîka û Rejîma Siyonîst bejna xwe natewîne.
-
Êrişa polîsên Tirkiyê li dijî medyaya rexnegir a hikûmetê; birêvebirê kanala Sozcûyê hate girtin
Tesrîn 17, 2026 17:49Hêzên polîsên Tirkiyê sibeha roja îro bi biryara dadwerî ketin avahiya kanala televizyona Sozcû TVyê li Stenbolê û di heman demê da avahî dorpêç kirin û tedbîrên ewlehiyê girtin û dest bi venihêrîna beşên cûrbicûr ên vê navenda medyayê kirin.
-
Supertankerek û keştiyeka hilgira gaza şilekî yên binpêker li Tengava Hormizê teqiyan
Tesrîn 17, 2026 17:43Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand ku teqîneke mezin a supertankereke binpêker li navçeya rojava û keştiyeke hilgira gaza şilekî ya binpêker li rojhilatê Tengava Hormizê pêk hat.
-
Rûsya û Ukraynê êrişine berfireh dijî pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên hevdu pêk anîn
Tesrîn 17, 2026 17:42Artêşa Rûsyayê qala pêkanîna êrişên berfireh li ser pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên Ukraynê kir, herwiha hêzên ukraynî careke din pireya Krîmeyê kirin armanc.
-
Girêbesta avakirina kompleksa lûks a zavayê Trump li paytexta Sirbistanê hat betalkirin
Tesrîn 17, 2026 16:32Hikûmeta Sirbistanê bi awayekî fermî girêbesta avakirina kompleksa lûks a şirketaCired Kûşnêr (Jared Kushner), zavayê Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê, li navenda Belgradê betal kir. Betalkirina girêbestê bi lihevhatina her du alîyan pêk hat û tu alîyek dê daxwaza darayî ji alîyê din neke.
-
Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî koça dawî kir
Tesrîn 17, 2026 16:03Ayetulla Ozma Hisên Wehîd Xorasanî, merciyê bilind ê şiayan û ji mamosteyên berçav ên navendên zanistên dînî, piştî bi salan têkoşîna zanistî, dersdayîn û perwerdekirina şagirdan, koça dawî kir.
-
Koça koçeran li Parêzgeha Xorasana Bakur
Tesrîn 17, 2026 08:52Peyamnêr: Mihemmed-Îsmaîl Sadiqî
-
Nerazîtî li Fransayê berdewam in
Tesrîn 17, 2026 08:06Xwenîşandanên gelê Fransayê di nerazîtîya hemberî bihabûn, pirsgirêkên debarê û beşdarbûna di şerran da vê hefteyê jî li Parîsê û bajarên din hatin lidarxistin.