-
Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Dihokê kete ber êrîşa bi dronan
Tîrmeh 24, 2022 01:37Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê kete ber êrîşa bi dronan.
-
Korbenda Hişyarbûna Îslamî ya Cîhanê êrîşa dewleta Tirkiyê ya li Dihoka Iraqê li dijî sivîlan şermezar kir
Tîrmeh 23, 2022 12:04Korbenda Cîhanî ya Hişyarbûna Îslamî bi şermezarkirina êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser havîngeheke parêzgeha Dihokê li Herêma kurdistanê ya Iraqê û kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl, tekezî li ser rêzgirtina cîrantiya baş û yekparçetiya axa welatan kir.
-
Tirkiye dîsa êrîşî bakurê Iraqê kir
Tîrmeh 23, 2022 06:26Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê êrîşa balefirên şer ên Tirkiyê bo ser parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê ragihandin.
-
Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Bamernê kete ber êrîşa dronan
Tîrmeh 22, 2022 14:15Bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.
-
Edhem Barzanî li dijî Tirkiyeyê banga helwestê ji xelkê kir
Tîrmeh 22, 2022 08:37Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîst e welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê mil bi milê xelkê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê rawestin.
-
"PKK"ê desthebûna xwe di êrîşa Duhokê de red kir
Tîrmeh 21, 2022 17:30Baskê leşkerî yê PKKê, li ser bombebarana seyrangeha gundê Perexê yê Zaxoyê ku 12 geştyaran canê xwe ji dest dabûn û 31 kes jî birîndar bibûn daxuyaniyek belav kir.
-
Wezîrê derve yê Iraqê: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne
Tîrmeh 21, 2022 06:48Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên duh li cihê topbarana havîngeha Perexê ragihand: “Em bi awayekî eşkere daxwaz dikin, Tirkiye van cûre êrîşan rawestîne.”
-
Tirkiyê sînorê Zaxoyê bordûman kir; 8 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar in
Tîrmeh 20, 2022 14:29Artêşa Tirkiyê çend cih li sînorê navçeya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê bordûman kir û li gor zanayriyên destpêkê di bordûmanê de 8 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar in. Rayedarên fermî dibêjin, eger heye hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.
-
Erdhejeke bi hêza 3.5 parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê hejand
Tîrmeh 19, 2022 07:26Navenda hejpîvandinê ya Iraqê qala qewimîna erdhejeke bi hêza 3.5 li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê kir.
-
2 leşkerên din ên Tirkîyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Tîrmeh 18, 2022 18:12Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê piştrast kir ku 2 leşkerên din ên vî welatî li bakûrê Iraqê hatin kuştin.