-
Berpirsê şengalî: 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
Çirî 14, 2020 01:35Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”
-
Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê tekezî li pêşxistina peywendiyan kirin
Çirî 13, 2020 20:27Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kuweytê kir û li Koşka El Beyan li gel Şêx Newaf el Ehmed el Subah Mîrê Kuweytê civiya. Di vê hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê de gotûbêj kirin.
-
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin
Çirî 13, 2020 19:41Şanda Wezareta Pêşmerge û berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin.
-
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: 22 kesên din bi Koronayê mirine
Çirî 13, 2020 19:28Wezareta Tendirustî Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir 22 kesên din bi Koronayê mirine û 900 kes jî bi Koronayê ketine.
-
Serokê Herêma Kurdistanê çû Kuweytê
Çirî 13, 2020 18:56Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye Kuweytê.
-
Xelkê Şengalê dijî hevhatina vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê xwenîşandan li dar xist
Çirî 12, 2020 05:48Şêniyên Şengalê li dijî lihevkirina vê dawiyê ya navbera dewleta navendî ya Iraqê û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin.
-
'Mesrûr Barzanî dewleta Herêma Kurdistanê kiriye rêxistineke serkutker"
Çirî 12, 2020 05:48Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku dewleta Herêmê veguherandine rêxistineke serkutker.
-
PKK: Tu têkiliya hevhatina Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê bi me ra tune
Çirî 12, 2020 05:45Fermandarekî payeberz ê PKK'ê bertek nîşanî hevhatina navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê Şengalê da û got ku hêzên partiya wê ev bajar û derdora wê ji destê DAIŞê rizgar kirine.
-
Xalên rêkeftina Şingalê ya Hewlêr û Bexdayê diyar bûn
Çirî 11, 2020 06:51Malpera Kurdistan24 reşnivîsa rêkeftina duhî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Iraqê derbarê vegerandina aramiyê û asankirina rewşa Şingalê belav kir.
-
Li herêma Kurdistanê 24 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Çirî 11, 2020 20:28Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 24 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.