-
Pêncewînî: "Peymana li ser Şengalê bi daxwaza Tirkiyê pêk hat"
Çirî 28, 2020 17:01Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK'ê de bi daxwaza Tirkiyê pêk hat û got, heger Êzidî vê carê jî werin hiştin wê li pêşberî karesteke din bimînin.
-
Murad Qarayliyan: Têkiliya PDKê digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan nîne / Gelo haya Mesûd Barzanî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
Çirî 28, 2020 13:21Endamê Komîteya Rêbertiyê ya PKKê tevî amajeya bi vêya ku hevkariyên istixbaratî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan û heta berjewendiyên Partiya Demokrat jî nîne, got: Em dixwazin nêrînên Mesûd Barzanî bizanin; Gelo haya wî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
-
Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de dikeve qonaxa bicîhanînê
Çirî 27, 2020 16:25Hikûmeta federal a Iraqê serpereştiya pirsa asayîşa Şingalê dike û divê dawî bi hebûna grubên ser bi PKKê yên li Şingalê bîne.
-
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de nêzîkî 1600 kes bi Koronayê ketin
Çirî 27, 2020 15:25Li Herêma Kurdistanê di rojekê de nêzîkî hezar û 600 kes bi Koronayê ketin û 24 kes jî mirin.
-
Parlemana Kurdistanê bi şiroveyên Mesrûr Barzanî qayîl nebû
Çirî 26, 2020 07:25Endamekî firaksiyona komela îslamî li parlemana Herêma kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku piraniya nunerên parlemana herêmê bi şiroveyên Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma kurdistanê qayîl nebûne û teqez kir dê civîna parlemana herêmê were terxankirin bo hilkolandina bersivên Mesrûr Barzanî.
-
PDK hêzeke taybet li gel çekên giran şande herêma Garê
Çirî 25, 2020 18:54PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran şande herêma Garê. Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên hêzên PKKê dixwaze bicih bibe û mijûlî çêkirina çeper û baregehên nû dibe.
-
Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan
Çirî 23, 2020 19:47Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî hezar kesên din jî pê ketin.
-
Mêrgereş- Helîkopterên Tirkiyê gulle reşandin
Çirî 23, 2020 13:43Artêşa Tirkiyê bi henceta şerê li dijî PKKê li nêzîkî gundê Mêrgereş ê ser bi nahiya Sîdekanê yê Herêma Kurdistanê bi rêya helîkopteran bi tundî gulle reşandin reşandin.
-
Tirkiyê careke din êrîşî ser cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê kir
Çirî 22, 2020 08:52Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê nemaze li bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
-
Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê: 15 kesên din bi Koronayê mirine
Çirî 21, 2020 18:01Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek da zanîn ku 15 kesên din bi Koronayê mirine û hezar û 78 kesên din jî bi Koronayê ketine.