-
Sefîrê Îranê yê li Iraqê ji ber wefata Roj Nûrî Şaweys, sersaxî ji Mesûd Barzanî re xwest
Sibat 17, 2021 16:23Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê di peyamekê de ji Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) re, ji ber jidunêçûna li Dr. Roj Nûrî Şaweys Cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê û yek ji serokên PDKê sersaxî xwest.
-
Sedir: Dibe ku êrişa li ser Hewlêrê ji bo hilweşandina serdana Papa be
Sibat 17, 2021 12:49Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ragihand, dibe ku êrîşkirina ser Hewlêrê û ewa li Şingalê çêdibe ji bo hilweşandina serdana Papayê Vatîkan bo Iraqê be.
-
Rayedarê pentagonê: 5 amerîkî di êrîşa ser Hewlêrê da birîndar bûn
Sibat 16, 2021 07:17Berpirsekî Pentagonê hejmara amerîkiyên birîndar di operasiyona roketî dijî baregeha vî welatî li Hewlêra Herêma Kurdistanê 5 kes da zanîn û got ku peymankarekî amerîkî jî di vê êrîşê da hat kuştin.
-
Hevserokên YNKê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirin
Sibat 16, 2021 05:56Hevserokên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi peyamên cuda tevî şermezarkirin êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê, destnîşan kirine ku li dijî her cûre gef û xetera dijî jiyan û ewlehiya welatiyên Herêma Kurdistanê radiwestin.
-
Mesrûr Barzanî: Lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê dest pê bûne
Sibat 16, 2021 05:46Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê dest pê bûne û di vî warî da ew digel serokwezîrê Iraqê jî axiviye.
-
Serokomarê Iraqê: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê kiryareka terorîstî bû
Sibat 16, 2021 05:26Serokomarê Iraqê got: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê nîşana kiryareka terorîstî ye ku hewildanên jibo parastina ewlehiya welêt û ewlehiya welatiyan kiriye armanc.
-
8 mûşek li Firokexaneya Hewlêrê û çend deverên din ên vî bajarî ketin
Sibat 15, 2021 22:15Derbarê êrişan de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku îşev Duşemê 15ê Sibata 2021an seat derdora 21:30 hejmarek mûşek aresteyê Hewlêrê hatine kirin.
-
Herêma Kurdistanê - Balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê kete ber êrîşê
Sibat 15, 2021 21:38Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û baregeheke Amerîkayê li vê balefirgehê ketine ber êrîşa bi roketan.
-
Siyasetmedarê Kurd ê Iraqê Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir
Sibat 15, 2021 09:43Dr. Roj Nûrî Şaweys, endamê Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistana Iraqê (PDK), îro di temenê 74 saliyê de bi sedema nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
-
Şandeka Paye Bilind a Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê
Sibat 15, 2021 04:59Bi mebesta dirêjedana gotûbêjan bi lîjneya darayî ya encûmena nûneran û fraksiyon û aliyên siyasî yên Iraqê re şanda paye bilind a Herêma Kurdistanê gihêşte Bexdaya paytexta Iraqê.