-
Hevdîtina balyozê Tirkiye yê li Baxdayê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re
Nîsan 18, 2021 12:25Balyozê Tirkiyê yê li Baxdayê Fatih Yildiz îro 18ê Nîsana 2021an cida cida bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
-
Li Herêma Kurdistanê komeke mezin a bazirganiya madeyên hişbir hatiye desteserkirin
Nîsan 18, 2021 06:28Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber a ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ve ragihand, di heyama 24 saetên derbasbûyî de hêzên wan karîne li Hewlêrê 9 bazirganên maddeyên hişber û tometbarekî maddeyên hişber desteser bikin.
-
Amerîka û welatên Ewropayê daxuyaniyek hevbeş li dijî êrîşa ser Hewlêrê belav kir
Nîsan 16, 2021 19:35Îro welatên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê bi daxuyaniyek hevbeş a derbarê êrîşa roja çarşema borî ya ser balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de belav kir.
-
Balafirên Tirkiyê navçeyên ser bi Dînartê ve bordûman kirin
Nîsan 16, 2021 18:44Balafirên şer ên Tirkiyê îro du caran li pey hev derdora gundekî navçeya Akrê ya li parêzgeha Duhoka Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Tê gotin, cihê ku hatiye bordûmankirin, pir nêzîkî cihên niştecihbûnê bûye.
-
Wezaretên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa Hewlêrê daxuyaniyek hevbeş dan
Nîsan 16, 2021 09:08Wezaretên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa ser Hewlêrê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, bi fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê, komîteyeke lêkolînan dest bi lîkolînan kiriye ji bo dîtina tawanbaran û cezakirina wan.
-
Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir
Nîsan 16, 2021 06:07Firokeyên şer ên Tirkiyê sinorê asmanî yê Herêma Kurdistanê derbas kirin û gundekî herêma Kanî Masî li navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kirin.
-
Wezareta Derve ya Amerîka bêheger îdia kir êrîşa duh ya li Nînowa karê mîlîsên ser bi Îranê ye
Nîsan 16, 2021 06:05Wezareta Derve ya Amerîkayê serxweşî li malbata wî leşkerê Tirkiyê kir ku di encama êrîşa mûşekî ya Başîkê li bakurê Iraqê de can da. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê her wek berê bê heger û belge îdia kir ku êrîşa duh a Nînowayê ji aliyê milîsên ser bi Îranê hatiye encam dan.
-
Koma Seraya El-Demê berpirsiyariya êrîşa ser MÛSADê li Iraqê girt ustiyê xwe
Nîsan 15, 2021 05:20Koma Seraya El-Demê ragihand: Vê komê navenda ser bi MÛSADê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê girtiye ustiyê xwe.
-
Îro 33 sal bi ser operasiyona Enfalê re derbas dibe
Nîsan 14, 2021 09:38Îro 33 sal bi ser operasiyona qirrkirina Enfalê li devera Germiyana Herêma Kurdistanê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên Germiyanî veguhastin û winda kirin.
-
Mesrûr Barzanî: DAIŞ li kampa Holê jibo êrîşa terorîstî li Hewlêrê komployan çêdike
Nîsan 13, 2021 07:11Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku DAIŞê plana êrîşa terorîstî li Hewlêrê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê va hat pûçkirin, li kampa Holê li Sûriyê dariştiye.