-
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê civiyan
Îlon 16, 2021 01:33Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, duh li gel Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya. Ben Wallace tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de kir û ragihand, erkên hêzên Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de berdewam dibe.
-
Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Londonê
Îlon 15, 2021 10:48Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Londonê û biryar e bi Serokwezîrê Brîtanya û wezîrên derve û berevaniyê yên wî welatî re bicive.
-
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê:16 kesên din bi Koronayê mirine
Îlon 14, 2021 19:17Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.
-
Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê ev 5 roj in çarenivîsa 3 hemwelatiyên Şeladizê nediyar e
Îlon 14, 2021 15:19Eva 5 roj in 3 hemwelatiyên kurd ên xelkê nehiya Şeladizê ya ser bi navça Duhokê serdana gundên xwe yên li herêma Nêrwe û Rêkan û Doskê kirine û hîn venegeriyane û muhtemel e ji ber topbaran û bombebarên ji aliyê topxane û balafirên artêşa Tirkiyê yên bi heceta şerê dijî PKKê ji wan re pirsgirêk çê bûye.
-
Li Duhokê pêşangeha tûrîzmê tê vekirin
Îlon 14, 2021 13:02Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê pêşangeha tûrîzmê tê vekirin.
-
Êrîşa bi dronan li ser baregeha amerîkî li balefirgeha Hewlêrê
Îlon 12, 2021 04:04Medyayên iraqî qala bihîstina dengê teqînê li balefirgeha Hewlêrê û ihtimala êrîşa bi dronan li ser cihê bicihbûna hêzên hevpeymaniya amerîkî kir.
-
Di 24 saetan de; Li Herêma Kurdistanê 1380 kesên din bi Koronayê ketin
Îlon 11, 2021 10:07Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Ji ber bordûmana nehya Sengeserê ji aliyê balafirên Tirkiyê 2 sivîlî birîndar bûn
Îlon 08, 2021 15:06Balafirên şer ê Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê gundê Sînemeko yê nehya Sengeserê bordûman kir û ji ber wê bordûmanê 2 kesên sivîl ên xelkê herêmê birîndar bûn.
-
Nêçîrvan Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê jî sûdê ji rêkeftinên YE-Iraqê werbigire
Îlon 07, 2021 14:30Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrellre got, “Em daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji hemû rêkeftinên ku Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re dike werbigire.”
-
Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Îlon 07, 2021 05:05Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1618 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.