-
Peymana di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û şîrketên niftê heta dawiya 2025an e
Îlon 30, 2025 10:42Medya Iraqî ragihand ku peymana niftê navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê û şîrketên niftê li herêmê tenê dê heta dawiya sala 2025an dê were dirêjkirin û piştî wî divê ji bo berdewamiya vê peymanê dîsa muzakireyên nû bên kirin.
-
Dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistana Iraqê bi dahatên niftê
Îlon 28, 2025 10:07Şaxewan Ebdulla, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê, ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bi hewldanên Bexda û Hewlêrê ji nû ve dest pê kiriye û bê guman mûçeyên karmendên Herêma Kurdistana Iraqê dê bi dahatên niftê werin dayîn.
-
Herêma Kurdistanê u Bexdayê li ser hinardekirina niftê li hev kirin
Îlon 26, 2025 14:25Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kudistanê ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê yê di 48 saetên bê da dest pê bibe.
-
Hewlêr- Agir berbû nexweşxaneyekê
Îlon 26, 2025 13:32Îro piştî nîvro agirekî berfire berbû Nexweşxaneya Jîn`ê ku ser rêya Koye- Hewlêrê ye û komên vemirandina êgir û berevanîya sivîl ji bo vemirandina êgir ketin dewrê.
-
Zaxo- Agir berbû kempeke kurdên Êzidî
Îlon 26, 2025 12:31Li Kampa Bacid Kendalayê ya li Zaxoyê agir berbû konan û di encamê da kesek birîndar bû.
-
Bexdayê biryar da ku mûçeyê meha 7an a karmendên Herêma Kurdistanê bişîne
Îlon 23, 2025 16:57Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna îro de biryar da ku mûçeyê Tîrmehê bişîne bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev biryar piştî lihevkirina duh a Bexda û Herêma Kurdistanê û şîrketên niftê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina niftê hat dayîn.
-
Ji bo dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hîna demek nehatiye kivşkirin
Îlon 21, 2025 09:02Serokê Tevgera Helwesta Niştîmanî ragihand ku hîn demek diyarkirî ji bo destpêkirina hinardekirina Nifta Herêmê bi rêya Sumoyê û dayîna mûçeyên karmendan nehatiye kivşkirin.
-
Şirketên niftê çarçêva Bexdayê têkildarî nifta Herêma Kurdistanê dîyar kir, qebûl kirin
Îlon 18, 2025 12:41Berdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê amade ye niftê radestî Bexdayê bike, bi mrcê ku dewleta Iraqê dayîna destmiza karmendan garantî bike.
-
SOMO: Me hîna bermîlek nift ji Herêma Kurdistanê wernegirtiye
Îlon 17, 2025 15:15Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê (SOMO) ragihand ku heta niha me bermîleke nift ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.
-
Kêmbûna sedî 80 ya alîkariyên navneteweyî ji bo kampên awareyan
Îlon 17, 2025 14:02Rêvebirê Dayreeya Karûbarên Koçberî û Awareyan a Dihokê ragihand ku alîkariyên navneteweyî û yên NY ji bo awareyan di du salên derbasbûyî de sedî 80 kêm bûne û hikûmeta Iraqê tu alîkarî neşandine.