-
Emerîkayê pêşî li operasyona eskerî ya Iraqê li Sûriyê bona paqijkirina DAIŞ`ê girt
Çile 29, 2019 09:49Rojnamyeke iraqî eşkere kiriye ku operasyona eskerî ya hêzên vî welatî bona paqijkirina navçên sînorî bi Sûriyê re ji ber dijberiya Emerîkayê cih nehatiye û hegera wê jî beşdariya hêzên Heşda Şebî bûye.
-
Endameke Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê: Pişka Herêma Kurdistanê ji bûca sala 2019`ê sedî 14 ye
Çile 28, 2019 13:22Endameke Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê pêgirî kir ku pişka rastî ya Herêma Kurdistanê ji bûca Iraqê ya sala 2019`ê sedî 14 ye, dîyar kir ku miaşê karmendên Herêma Kurdistanê, heta heke nift radestî Bexdayê neyê kirinê jî dê ji bûcê were dayînê.
-
Iraq diravê ziyanê dide jinên Êzdî
Çile 28, 2019 06:27Wezareta Karên Koçber û Penaberan a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku dewleta Iraqê bi qasî du miliyon dînarî wek berdîla ziyanê dide her jineka êzdî ku ji destê DAIŞê hatiye azadkirin.
-
Xwestina balyozê Tirkiyê li Bexdayê bo Wezareta karên derve ya Iraqê
Çile 28, 2019 06:03Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê ber bi welatiyên iraqî li bakurê Iraqê ku di encamê da hejhamrek hatin kuştin û birîndar bûn, balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.
-
Heşt kuştî û birîndar di encama teqînekê de li bakurê Iraqê
Çile 27, 2019 12:03Di encama teqînekê de li başûrê Şerqatêli parêzgeha Selahedînê yê bakurê Iraqê du kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
-
Bexdayê gullereşandina leşkerên Tirkiyê ber bi neraziyên iraqî şermezar kir
Çile 27, 2019 07:09Wezareta derve ya Iraqê gullereşandina leşkerên dagîrker ên Tirkiyê ber bi neraziyên iraqî li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û xwest ku leşkerên Tirkiyê ji Iraqê derkevin.
-
Wezîrê karên derve yê Iraqê: Iraq dê nema bikeve nav aliyê dijî Îranê
Çile 26, 2019 15:36Wezîrê karên derve yê Iraqê destnîşan kir ku welatê wî dê nema bikeve aliyê dijî Îranê.
-
Parlemana Iraqê, pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 bi kêmhatina 23 milyard dolaran pejirand
Çile 24, 2019 12:32Piştî gêre û kêşeyên zav parlemana Iraqê aqubet pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 birakirina çend madeyan û zêdekirina çend madeyên din, bikêmhatina 23 milyard dolaran, pejirand û piştî wê parlemanterên kurd naveroka pêşnûmayê wek deskevtek ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.
-
Heşda Şebî derheq hewldanên bermayiyên Partiya Bees a Iraqê li Diyalê hişyarî da
Çile 24, 2019 10:14Endamê derecebilind ê Heşda Şebiya Iraqê derheq hewldanên bidizî yên bermayiyên Partiya Bees a Iraqê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê hişyarî da.
-
Heşdi Şeibî: Zêde ji 40 têrorîstî li rojhilata Sûrîyê hatin kuştinê
Çile 23, 2019 15:01Navenda Ragihandinê ya Hêzên heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand: Di encama pevçûna di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê li sînorên vî welatî û Sûrîyê da, zêde ji 40 têrorîstan hatin kuştinê.