-
Hekîm xwe şirîkê xema gel û dewleta Îranê zanî
Adar 28, 2019 09:29Rêberê Bereya Hikmeya Netewî û Serokê Hevalbendîya Çaksazîyê li Parlimana Iraqê di peyamekê de têkildarî bûyera lehîya vê dawîyê li hin şarên Îranê, xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê zanî.
-
Wezîrê Darayîya Iraqê: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be
Adar 27, 2019 15:12Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Di Karên Aborî û Darayîyê de û Wezîrê Darayîyê yê Iraqê, Fuad Husên ragihand, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam e û dê berdewam be jî.
-
Dewleta Iraqê vîzayê ji iraniyan re belaş kir
Adar 27, 2019 08:57Encumena wezîran a Iraqê pejirand ku bila vîza ji îraniyên ku diçin Iraqê re belaş bibe.
-
Rabûna lehiyê li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî
Adar 26, 2019 14:42Ji ber barînên giran ên du rojên derbasbûyî li bajarên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistanê, lehî rabûye û gelek xisar li avahî, mal, riyên peywendiyê û binavhiyên belavkirina karebayê ketine.
-
Hevdîtina sêalî ya Serokên Urdin, Iraq û Misrê li Qahirê
Adar 25, 2019 14:26Serokomarê Misrê, Paşayê Urdinê û Serokwezîrê Iraqê li Qahirê civîyan û derbarê rêyên hevkarî û hevdengîya her sê welatan de gotûbêj kirin.
-
Rikeberîya 600 şirketên almanî jibo pişkdarîya di bazara Iraqê de
Adar 25, 2019 13:33Zêde ji 600 şirketên almanî rikeberîyeke berfire li hemberî şirketên welatên din jibo pişkdarîya di bazara Iraqê de destpê kirine û ji nêzîk ve çavdêrîyê ser derfetên aborî yên li vî welatî dikin.
-
Hevdîtina şêx El-Ezher û Ebdulmehdî li Qahirê
Adar 25, 2019 11:05Şêx El-Ezher li hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê re li Qahirê got ku hez dike sefera Necefa Eşref bike.
-
Azadiya 17 êzdiyên din ji destê DAIŞ`ê
Adar 24, 2019 14:4017 kesên din ji kurdên êzdî yên dîlgirtî bi destê DAIŞê bi têkçûna vê koma terorîst li Baxozê rizgar bûn, lê artêşa Iraqê nehêşt ew derbasî axa vî welatî bibin.
-
Ebdulfetah El-Sîsî û Adil Ebdulmehdî li Qahirê hevdîtin û gotûbêj kirin
Adar 24, 2019 11:07Serokwezîrê Iraqê û serokkomarê Misrê li hevdîtina xwe li Qahirê ser berfirehkirina peywendiyan û zêdebûna hevkariyên navbera her du aliyan teqez kirin.
-
Serokwezîrê Iraqê bi fermî sefera Misrê kir
Adar 24, 2019 06:47Serokwezîrê Iraqê yekem serdana xwe ya dervey welat pêkanî û di vê çarçovê de gihêşte Qahirê paytexta Misrê.