Hekîm xwe şirîkê xema gel û dewleta Îranê zanî
Rêberê Bereya Hikmeya Netewî û Serokê Hevalbendîya Çaksazîyê li Parlimana Iraqê di peyamekê de têkildarî bûyera lehîya vê dawîyê li hin şarên Îranê, xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê zanî.
Rêberê Bereya Hikmeya Netewî û Serokê Hevalbendîya Çaksazîyê li Parlimana Iraqê Seyîdemmar Hekîm îro di wê peyamê de ji ber rabûna lehîyê li hin parêzgehên Îranê nemaze li Farsê ku di encamê de çend welatîyan canê xwe ji dest dan, xwe şirîkê xema gel û dewleta Komara Islamî ya Îranê zanî.
Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha ji ber candayîna hemareke welatîyan di encama belayên xwezayî de heyf û mixabinîya xwe dîyar kirîye û ji dewletên Îran û Iraqê xwestîye ku planeke hevpar û lezgîn jibo kontrolkirina serhildana çeman û qeyrana rabûna lehîyê cih bînin.
Seyîdemmar Hekîm herwiha ji Xwedê xwesîtye ku rehmê li gorîyên wan bûyerana bike û zarokên gelê me û hemî gelên cîhanê ji hemî belayan biparêze.