Rabûna lehiyê li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302718-rabûna_lehiyê_li_bajarên_iraqê_û_herêma_kurdistana_vî_welatî
Ji ber barînên giran ên du rojên derbasbûyî li bajarên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistanê, lehî rabûye û gelek xisar li avahî, mal, riyên peywendiyê û binavhiyên belavkirina karebayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2019 14:42 Asia/Tehran
  • Rabûna lehiyê li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî

Ji ber barînên giran ên du rojên derbasbûyî li bajarên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistanê, lehî rabûye û gelek xisar li avahî, mal, riyên peywendiyê û binavhiyên belavkirina karebayê ketine.

 Li du rojên derbasbûyî, bajarên Iraq û Herêma Krdistanê şehedê barînên  giran bûne û bi dû van barînan li hin bajar û navçan lehî rabûye.

 Malpera nûçan a SNN`ê li vê barê raghand ku riyên peywendiyê li navçên Kelar û Derbendîxanê li parêzgeha Silêmaniyê ji ber rabûna lehiyê û kavilbûna rê û pireyan hatine girêdanê û peywendiya hin gundan qut bûye.

Her wiha Rehman Xanî rêveberê bendava  Derbendîxanê jî hişyarî da ku zirûfa vê bendavê tijî bûye û bi dewama barînê hitmala  rabûna lehiyê li ber bendavê heye.

 Li parêzgehên Kelar, Helebçê û beşek ji Silêmaniyê jî hemî qonaxên xwendinê ji ber rewşa xirab a hewayê û rabûna lehiyê hatine tehtîlkirin.

Şaredariya Silêmaniyê bi daxûyaniyekê raghand ku lehî bûye sedema xisareta li avahiya û malên xelkê û her wiha riyên peywendiyê navbera vê parêzgehê û tîmên gîhandina alîkariyê derketine rewşa amadetiyê û li halê hilkolandina rewşê ne.

 Ji aliyê din ve malpera nûçan a Hawilatiyê,   Rêxistina kontrola  qeyranê ya Iraqê li bara  rabûna lehiyê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Wasita Bexdayê , Kerkûk, Selahedîn û Neynewayê û amadetiya tam a hêzên gîhandina alîkariyê û artêşê li van parêzêgehan agahî daye.