-
Dijayetiya Bexdayê digel tevlîbûna Iraq û Israîlê nav Hevpeymaniya Deryayî ya Amerîkayê
Îlon 20, 2019 04:09Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê destnîşan kir ku ev welata bi tu awayî tevlî Hêza Navneteweyî ya jibo Parastina derbasgehên Deryayî li Kendava Farsê nabe û her wiha li dijî beşdariya Israîlê di hêzeke wiha ye,.
-
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Em nêzikî hevhatin abi Wezareta Pêşmerge bûne
Îlon 20, 2019 05:28Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku gotûbêja bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ra didome û du alî nêzikî bidestxistina lihevkirina dawiyê bûne.
-
Adil Ebdulmehdî: Iraq amûrek jibo êrîşa ser welatên cînar nîne
Îlon 19, 2019 12:49Serokwezîrê Iraqê bi gotina vêya ku welatê wî jibo pêşîlêgirtina ji qewimîna şêrr li navçeyê hewil dide, careka din destnîşan kir ku Iraq amûrek jibo êrîşa ser wealtên cînar nîne.
-
Serokê parlemana Iraqê gihêşt Hewlêrê
Îlon 19, 2019 12:38Serokê parlemana Iraqê, bona gotûbêja bi rayedarên Herêma Kurdistanê re gihêşt balefirgeha bajarê Hewlêrê û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê va hat pêşewzaîkirin.
-
Adil Ebdulmehdî: Iraq dê nebe sedem derbe li cîranê wê bikeve
Îlon 17, 2019 14:12Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel Sekreterê Gişt NATO`yê de li Bexdayê got: Welatê wî dê nebe sedem ku derbe li welatên bira û cîranên wê bikeve.
-
Li paytexta Iraqê çend teqîn qewimîn
Îlon 17, 2019 06:13Çavkanîyên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku çend teqîn li paytexta wî welatî şarê Bexdayê qewimîn.
-
Parlimanterên iraqî xwestin ku hêzên bîyanî bên derxistinê
Îlon 17, 2019 04:4953 Parlimanterên iraqî di daxûyanîyekê de pêgirî kirin: Parliman divê pêşnumaya qanûna derxistina hêzên amerîkî bixe destûrkara xwe da.
-
Fermandeyên beşa sînorparêziyê yên Îran û Iraqê li Bexdayê civîyan
Îlon 16, 2019 12:01Alîkarê fermandetiya beşa sînorparêziyê ya hêza ewlehî û întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê raghand ku heştemîn civîna fermandeyên sînorvaniya Îran û Iraqê li Bexdayê dê bê lidarxistin.
-
Qonaxa pêncan a Opêrasyona Vîna Serketinê ya Heşdi Şeibîyê destpê bû
Îlon 16, 2019 11:52Hêzên Heşdi Şeibî, Artêş, Polîsê Fêdêral û Hêza Hewayî ya Iraqê pêncemîn qonaxa Opêrasyona Vîna Serketinê destpê kirin.
-
Iraqê êrişa bi balefirên bêpîlot ji axa vî welatî ser Palavgeha Niftê ya Aramkoyê derew da zanîn
Îlon 15, 2019 14:11Dewleta Iraqê îdiayên li bara êrişa balefirên bêpîlot ser teşkîlata niftê ya Aramkoya Erebistanê ji welatê hanê ve derew da zanîn.