Serokê parlemana Iraqê gihêşt Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308416-serokê_parlemana_iraqê_gihêşt_hewlêrê
Serokê parlemana Iraqê, bona gotûbêja bi rayedarên Herêma Kurdistanê re gihêşt balefirgeha bajarê Hewlêrê û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê va hat pêşewzaîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Serokê parlemana Iraqê gihêşt Hewlêrê

Serokê parlemana Iraqê, bona gotûbêja bi rayedarên Herêma Kurdistanê re gihêşt balefirgeha bajarê Hewlêrê û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê va hat pêşewzaîkirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona Rûdawê, îro Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê bi pêşewaziya fermî ya Rêwas  Fayiq serokê parlemana Kurdistanê, gihêşt Hewlêrê.

 Sefera Helbûsî bo Herêma Kurdistanê rojekê piştî sefera Berhem Salih serokkomarê Iraqê bo Hewlêrê û bi armanca gotûbêja bi rayedarên kurd re li bara bûdca sala 2020`an a Iraqê cih hatiye.

 Pêştir Cemal koçer nunerê kurd ê parelmana Iraqê û endamê komîta amadekirina reşnivîsa bûdca 2020`an a Iraqê raghandibû. Serokê parlemana nuneran li sefera Herêma Kurdistanê dê pêşniyarekê bona çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan li behsa bûdcê raber bike.

 Rêberên Herêma Kurdistanê li hevdîtin û gotûbêja bi Berhem Salih re ser dewama gotûbêj û hewldana bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li çarçoveya  qanûna bingehîn a Iraqê, teqez kirin.