Qonaxa pêncan a Opêrasyona Vîna Serketinê ya Heşdi Şeibîyê destpê bû
Hêzên Heşdi Şeibî, Artêş, Polîsê Fêdêral û Hêza Hewayî ya Iraqê pêncemîn qonaxa Opêrasyona Vîna Serketinê destpê kirin.
Sazîya Hêzên Heşdi Şeibî ya Iraqê ragihand: Hêzên Heşdi Şeibî, Artêş, Polîsê Fêdêral û Hêza Hewayî ya Iraqê pêncemîn qonaxa Opêrasyona Vîna Serketinê destpê kirin û ew opêrasyona yê deverên bakura Parêzgeha Kerbelayê û başûra Al Anbarê bigire ber xwe.
Sazîya Hêzên Heşdi Şeibî ya Iraqê pêgirî kir: Armanc ji lidarxistina wê opêrasyonê lêgerîn û dabînkirina ewlehîya gundan û rêyên li deverên bakura Parêzgeha Kerbelayê û başûra Al Anbarê û ramalîna wan navçana ji têrorîstên DAIŞ`ê ye.
Opêrasyona Vîna Serketinê ya Heşdi Şeibîyê ji 7`ê Tîrmehê ve destpê bûye û heta nika 4 qonaxên wê bi awayekî serketî hatine lidarxistinê.
Di qonaxa çarem a wê opêrasyonê de hemî çolên Parêzgeha Al Anbarê û hin deverên din ji DAIŞ`îyên bermayî hatin ramalînê.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê girîngîya Opêrasyona Vîna Serketinê de got: Girîngîya wê opêrasyonê di dewam û xurtkirina peywendîyên di navbera hêzên ewlehî û Heşdi Şeibîyê û hevdengîya wan e û divê ev opêrasyona were dubarekirinê ta ku asta amadebûna hêzên Artêş, Polîsê Fêdêral, Heşdi Şeibî û Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê de kivş bibe û asta amadebûnê were parastinê.